ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-01 09:00:35 * Girtiyê nexweş Şehmûz Îlhan ê ku di 18 saliya xwe de cezayê muebetê lê hat birîn û 30 sal şûnde tehlîye bû got: "Lingê min gelê min bû û milê min jî hevalên min bûn. Di girtîgehê de tişta ku mirovî li ser pêyan digire rêhevaltiya rasteqîn e."    * Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî kuştina Mehmet Emîn Levent ê di dema qedexeyên derketina derve hatiye qetilkirin de biryara “binpêkirina mafê jiyanê” da.    * ARSÎSA ku 4 sal in li navçeya Erdîşê li ser kurdî dixebite, li ser daxwaza gel biryar da ku şaxeke komeleyê li navçeya Rêya Armûşê jî veke.    * Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji budçeya şaredariyê bi sedhezaran lîre 6 hezar kolonya û qoliyên çîqolatayan kiriye û ji bo di hilbijartinê de belav bike radestî Baskên Jinan a AKP'ê kiriye.    * Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyan hatin destpêkirin, 4 hefte li dû xwe hiştin. Rêveberê MED TUHAD-FED'ê Orhan Işik anî ziman ku heya encamekê bi dest bixin wê çalakiyên wan bidomin.   * DEM Partiyê di hilbijartina xwecihî ya li Hîlwanê ku wê sibe bê nûkirin, dixwaze bi ferqeke mezin bi ser bikeve. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî got: "Ferqeke bi 5 hezarî di destê me de ye."    * Welatiyê bi navê Abit Sîdar bi malzemeyên xwezayî ên ku li Çiyayê Cûdî berhev dike vediguherîne karekî hunerî. Sîdar xwest ku her kes xwedî li Cûdî derbikeve û got: "Ez dixwazim bi veguherandina bedewiyên Cudî bigihînim siberojê. Cûdî cihê destpêkê yê mirovahiyê ye, lewma divê bê parastin û hembêzkirin."   * Di 21 salên dawî de ji 2 milyonan zêdetir zarokên keç welidî ne. Bajarê ku herî zêde zarok lê hatine zewicandin Dîlok û Riha ye. Parêzer Hediye Gokçe Baykal got ku polîtîkayên desthilatdariyê dibin sedema zewicandina zarokan.    * Malbatên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Colemêrgê dê wek her hefteyê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar bixin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan diyar bibe û faîl bên darizandin dê di hefteya 1001'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD'ê dê rapora şopandina binpêkirinên mafan ên l girtîgehan li hotêlek enqereyê eşkere bike. (11.30)   * Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇ-ÎZDER) dê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê kongreya xwe ya asayî ya 3’yemîn li dar bixe (11:00-16:00)     * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 635’an de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya xwe li dar bixe. (13.30)       * Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê di roja 119'emîn de berdewam bike.(15.00-17.30)   * Ethem Sarisuluk ê di xwepêşandanên Parka Geziyê de li Enqereyê hat kuştin dê li Guvenparkê were bibîranîn. (17.30)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê li Eywana Abidîn Dîno ya Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Şîşliyê bi kesên teqawit bûne re bicive. (17:00)   * 6’emîn Rojên Ma Music dê îro bi konsera Zarok Mayê li Kent Meydaniyê ya li Peyasê dest pê bike. (19.00)