Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin ez herim malê 2024-05-31 19:11:39   ENQERE- Çalakiya Nobeda Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 118’emîn de bi tevlibûna gelek kesî bi daxuyaniya çapemeniyê berdewam kir. Emîne Şenyaşarê di daxuyaniyê de got: “Heta ku edelet neyê em ê li ber wezaretê çalakiya xwe bidomînin.”   Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 118’emîn de didome. Malbatê ku xwest daxuyaniyê bide polîsan dora wan girt û ji ber vê li ber avahiya pêvek a wezaretê daxuyanî hat dayîn. Parlametnerên DEM partiyê, rêxistinên DEM partiyê yên Enqereyê, ÎHD’a Enqereyê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.   Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar di daxuyaniyê de axivî û got ku dayikek 6 sale li edeletê  digere û got du daxwazên dayika wî hene, dixawze kurê wê bê berdan û darizandineke adîlane bê kirin. Ferît her wiha anî ziman ku heta ku ev deriyê wezaretê venebe bila kes behsa normalbûnê neke, heta ku edelet neyê wê li ber wezaretê bin.   Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî axivî û daxuyakirin ku ew têkoşîna malbatê silav dikin û wê her tim li gel malbatê bin. Hevserokê giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî destnîşan kir ku wê piştevaniya xwe ya bi malbatê re bidomînin.   Emîne Şenyaşarê jî bang li serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kir û got: “Te malbata min qetil kir. Te hem zarokên min qetil kir, malbata min qetil kir. Bila aqûbeta zarokên min bê serê malbata te. Em evqas ji destê te dikşînin. Ev wijdanek çawaye?Merhemeta te tuneye. Ev 6 sale ez dibêjim zarokê min berde. Te qet dîtiye ku mirov li nexweşxanê hatine qetilkirin. Hêviya me eve tu herî û her tişt baş bibe.”