Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye 2024-05-31 16:22:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên “Deng bide azadiyê” yên li Wan û Edeneyê hatin kirin de bang hate kirin ku daxwaza girtiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine çalakiyê bê bicihanîn.     Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya “Tecrîdê bi dawî bikin” a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 39 meh in tu agahî jê nayên girtin, domandin. Di vê çarçoveyê de li Edene û Wanê çalakiyên “Deng bide azadiye” hatin lidarxistin û malbatên girtiyan daxwaza rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.   EDENE    Li Edeneyê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiya malbatên girtiyan. Çalakî li Qada Beşocakê hat lidarxistin û Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirin re ya Akdenîz Edeneyê (AYKAY-DER) jî tev li çalakiyê bûn.    ‘DENG BIDE AZADIYÊ’   Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hate hilgirtin û beşdaran pêşmalkê “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr got ku ji bo tecrîd bê rakirin û aştî bê welêt, ev 5 hefte ne çalakiyê li dar xistin.    'ÊDÎ BES E, TECRÎDÊ RAKIN’    Ji Meclisa Dayikên Aştiyê Refîka Akin jî xwest ku tecrîd were bidawîkirin û Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Akin, da zanîn ku ew ji ber rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan bifikar in û wiha got: “Dayikên Aştiyê êdî şer, barandina hêsiran û mirinê naxwazin. Tecrîda li ser Rêbertiya me rakin da ku zarokên me ji vê tecrîdê xelas bibin.”    Akin, bal kişand ser helwesta Wezareta Dadê û CPT’yê ya têkildarî tecrîdê û axaftina xwe wiha qedand: “Êdî bes e, tecrîdê rakin.”    Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    WAN   Li Wanê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwariyan re (TUHAY-DER) û malbatên girtiyan xwestin li ber Rêxistina AKP’ê ya Wanê daxuyaniyê bidin lê destûr nehate dayîn. Ji ber vê yekê li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya ku pankarta “Deng bide zindanan” hate vekirin de parlamenterên DEM Partiyê Mahmût Dîndar û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî amade bûn.    Yek ji rêveberê Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr Şeref Yildiz ê di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Îşkence, eziyet û pêkanînên derhiqûqî yên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê gefê li mafê jiyanê dixwe. Mafên bingehîn û azadî ya girtiyan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin. Bi taybetî dema gotubehs dibe kesên ku gelê kurd dibêje ‘vîna min e’ rêgezên gerdûnî yên hiqûqê, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME nayên pêkanîn.”   ‘SEDEMÊ KRÎZAN TECRÎD E’    Yildiz, bal kişand axaftinên hikumetê yên “asayîbûnê” û wiha domand: “Heta ku tecrîd hebe asayîbûn nabe û krîza li Tirkiyeyê bi rastî jî bi dawî nabe. Sedemê bingehîn ê hemû krîzên hiqûqî, polîtîk, sosyo-ekonomîk ku Tirkiye di nav de ye polîtîkayên tecrîd û bêhiqûqiyê ne.”   ‘DAXWAZÊN GIRTIYAN DAXWAZÊN ME NE’    Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: “Tecrîd niha belavî hemû girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê kiriye. Kesên herî zêde li ser vê axê êş kişandine dayik in. Yekane daxwaza dayikan ew e ku li ser vê axê jiyaneke wekhev û azad bijîn û polîtîkayên şer ên li ser vê axê tên meşandin bi dawî bibin. Çalakiyên ku li girtîgehan hatine destpêkirin divê li derve bêtir xwedî lê were derketin. Sedemê bingehîn ên krîzên heyî polîtîkayên tecrîd û şer ên desthilat li dijî kurdan dimeşînin e. Divê em dengê çalakiyên xwe yên ‘Deng bide azadiyê’ zêdetir mezin bikin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Heta ku ev polîtîkayên tecrîdê yên li ser birêz Abdullah Ocalan tên meşandin bi dawî nebin em ê bibin dengê girtiyan û dayikan.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.