DEM Partiyê li Periyê xebatên hilbijartinê domandin 2024-05-31 16:19:41   DÊRSIM - DEM Partiyê li bajarokê Periyê ku dê di roja yekşemê de hilbijartin lê were dubarekirin, bi gel re hevdîtin kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên bajarokê Periyê ya Mazgêrt a Dêrsimê de ku dê di 2’yê hezîranê de bên lidarxistin, bi gel re hevdîtin kir. Li gel Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, gelek hevşaredarên DEM Partiyî jî tev li hevdîtinê bûn. Şandeya ku namzetên hevşaredariyê Naciye Aslan û Orhan Çelebî jî di nav de bû, li navenda Periyê û taxên wê bi wesayîtan konvoy li dar xist. Piştre jî li buroya hilbijartinê ya li Seyîtliyê bi gel re hevdîtin kir.     ‘EM Ê HEJMARA ŞAREDARIYAN DERXÎNIN 80’AN’    Kordu di hevdîtinê de anî ziman ku dê hejmara şaredariyan derxînin 80’an û wiha got: “Perî ya me ye û dê wisa bimîne. Em ê bi pêşengtiya jinan bersivê bidin siyaseta qeyûm.”    Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî tayînkirina qeyûman bi bîr xist û wiha got: “Lê belê piştî hilbijartinê bi berxwedana gelê Wanê ya bêhempa, gelê kurd û jinan fermanên qeyûman çirandin û avêtin. Em ji wan kesên dikevin nava hizra ‘gelo em ê çawa qeyûman tayîn bikin’ re dibêjin; gelê me ew ferman çirand û avêt. Êdî kesek dê nekare cisaret bike ku bikeve nava hewldaneke wiha.”    ‘DI 3’YÊ HEZÎRANÊ DE DÊ SERDEMEKE NÛ DERST PÊ BIKE’    Namzeta Hevşaredariya Periyê Naciye Aslan jî got ku dê hem Periyê hem jî Curnê Reş bi dest bixin.    Namzetê din Orhan Çelebî jî da zanîn ku dê di 3’yê hezîranê de serdemeke nû destpê bike û wiha got: “Bi saya piştevaniya şaredariyên me yên bajarê mezin em ê Periyê jinûve ava bikin.”    Piştre jî girseyê li ber stranên hunermend Ayşe Şefaqî govend gerand.