Qeyûmê Bajarê Nû di 4’ê nîsanê de hemû qeydên kamerayan jê birine 2024-05-31 15:26:49   AMED - Hevşaredarên Bajarê Nû dan zanîn ku qeyûm di 4’ê nîsanê de hemû qeydên kamerayan jê birine û dest danî ye ser hard dîskan. Hevşaredaran bi lêv kirin ku şîrketa dîmen jê xwestine ji wan 200 milyon dolar xwestiye.    Şaredariya Bajarê Nû ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de têkildarî rewşa deynên şaredariyê û texrîbata qeyûm li avahiya şaredariyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevşaredar Safiye Akdag a diyar kir ku qeyûman gelek neguhêzbar dewr kirine û wan gelek kirariyên nelirê tespîtkirine, wiha got: “Me deynên gelekî zêde yên bi rêbazên nelirê hatine kirin şaredarî dewr girt.”   JI BO ÎADEYA QEYDAN 200 MILYON DOLAR HATE XWESTIN    Hevşaredar Mehmet Ergun, da zanîn ku roja hilbijartinê depoya şaredariyê hate valakirin û têkildarî vê yekê serlêdanên pêwîst ên qanûnî kirine. Ergun, diyar kir ku di 4’ê nîsanê de hemû qeydên kamerayan ên şaredariyê hatine jêbirin û hard dîsk hatine desteserkirin. Ergun, bi lêv kir ku şîrketa ewlehiyê ya dîmen jê xwestine li hemberî vê yekê 200 milyon dolar xwestine.    140 MILYON DEYN   Akdag, miktara deynê şaredariyê vegot. Akdag, da zanîn ku deynê komî yê şaredariyê 140 milyon û 879 hezar û 119 lîre ye û têkildarî 18 neguhêzbarên hatine dewrkirin ev agahî parvekirin:    “Pirtûkxaneya New Mekan, Mala Jinan a Ahî Evran, Qehwexaneya Îkînci Bahar a Ahî Evran û Navenda Jiyanê ya Bêasteng ji bo 25 salan dewrî Weqfa Piştevanî û Alîkariyê ya Civakî hatiye kirin.    * Navenda Çand û Hunerê ya Jinan a Rabia-tul Adeviyen jî hîbeyî Weqfa Piştevanî û Alîkariyê ya Civakî hatiye kirin.    * Pirtûkxaneya Ahî Evran, Mala Zanînê ya TOKÎ’yê û 2 Malên Şînê ji bo 25 salan dewrî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê hatine kirin.    * Daîreyeke bihîsse ji bo 36 salan tahsîsî TUGVA’yê hatiye kirin.    * Navenda Ciwanan a Aliya Îzzetbegovîç, avahiyeke prefabrik (ji bo 5 salan) û Navenda Çand û Ciwanan tahsîsî Miftîtiya Navçeyê hatiye kirin.    * Avahiyeke prefabrik ji bo 10 salan tahsîsî Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr hatiye kirin.    * Avahiyek ji bo 25 salan tahsîsî Piştevaniya Civakî ya Qeymeqamtiya Bajarê Nû hatiye kirin.    * Navendeke Çand û Hunerê dewrî Qeymeqamtiya Bajarê Nû hatiye kirin.    * Zeviyeke 10 doniman a li erdê şitilan ji bo 25 salan tahsîsî Cemîyeta Yeşîlayê hatiye kirin.    BI BIHAYÊ 653 MILYONA NEGUHÊZBAR HATIYE DEWRKIRIN    Akdag, da zanîn ku bihayê 16 neguhêzbarên ku di lîsteya neguhêzbarên hatine dewrkirin de cih digirin 653 milyon û 347 hezar lîre ye. Akdag, destnîşan kir ku tevî hemû texrîbatan dê xebatên wan bidomin.    ‘EM Ê ŞOPDARÊN WAN BIN’    Hevşaredar Ergun jî bal kişand ku Tedarîkkirina Makîneyê jî di biniya bihayê xwe de hatiye firotin û ev tişt gotin: “Ew qad wê demê ji ber pêdiviyê hate vekirin. Bêyî ku dem bi ser re derbas bibe ew der dane kesan. Heke daxwaza firotinê li hundir ji aliyê saziyê ve bê wergirtin, dibe ku bihayê bazarê jî zêde bibe. Ji ber vê yekê zêdebûna bihayê heyî hatiye astengkirin. Qada me ya Tedarîkkirina Makîneyê 51 milyonî hatiye firotin, gelek di biniya nirxê xwe de hatiye firotin.”   Ergun, bi lêv kir ku tiştên weke xurek û kelûpelên spî jî dane hin cihan.    ‘EM Ê LI BENDA ENCAMA DADGEHÊ BIMÎNIN’    Akdag, ji pirsa têkildarî qeydên dîmenan de ev bersiv da: “Bihayê ku şîrketê ji bo îadekirina hard dîskan ji me xwestiye ev e. Dema me dîmen xwestin daxwaza vî pereyî kirin. Ev bihayê hard dîskan e, bihayê tiştekî din e me jî fêm nekir. Lê em ê van yek bi yek teyît bikin. Me doz li wan vekir. Em ê li benda encama dadgehê bimînin.”