Cezayê hefsê dan rojnameger Gayip 2024-05-31 13:52:23 STENBOL - Bi îdiaya “heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye” salek û 2 meh û 17 roj cezayê hefsê li rojnameger Pinar Gayip.    Di sala 2015’an de li Îzmîrê ji bo Ivana Hoffman konê şînê hatibû vegirtin û polîsan êrişî konê kir. Bi îdiaya ku edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip di dema êrişê de “heqaret li polîsan kiriye”, doz hatibû vekirin. Danişîna dozê hate lidarxistin û biryar hate eşkerekirin. Bi îdiaya “Li pey hev û bi awayekî eşkere heqaret li xebatkarên cemaweriyê kiriye”, salek û 2 meh û 17 roj cezayê hefsê li Gayip hate birîn. Dadgehê ceza taloq kir. Parêzera Gayip, Ozge Buşra Boyoglû got ku dê li dijî biryarê îtîraz bikin.