Girtiya tecrîda li Îmraliyê protesto dikir bi darê zorê anîn odeya SEGBÎS’ê 2024-05-31 12:42:07   AMED - Parêzera girtî Merve Nûr Dogan ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê protesto dikir, piştî biryara dadgehê bi darê zorê anîn odeya SEGBÎS’ê. Dogan, parastin nekir û cezayê lê hatiye birîn bi dirûşma “Bijî Serok Apo” protesto kir.    Parêzera Baroya Amedê Merve Nûr Dogan bi hinceta ku wêneyê wê bi PKK’iyên di 3’yê cotmeha 2020’an de li çoltarê navçeya Lice ya Amedê jiyana xwe ji dest dayîn re heye, di 7’ê cotmeha 2020’an de hate binçavkirin û piştre hate girtin. Danişîna biryarê ya doza Dogan hate lidarxistin. Danişîn li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Parêzerên Dogan Adîle Salman û Servet Ozen û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren tev li danişînê bûn.    Dogan a li Girtîgeha Jinan a Tarsusê tê ragirtin, duh daxwaznameyek nivîsand û got ku dê tev li danişînê nebe. Dadgehê biryar da ku Dogan bi darê zorê bînin dadgehê û li ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê were kirin. Li ser vê biryarê Dogan îro bi darê zorê anîn odeya SEGBÎS’ê.    JI BO PROTESTOKIRINA TECRÎDÊ PARASTINA XWE NEKIR    Dogan, di danişînê de bi kurdî axivî û got ku ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qebûl nake, biryar daye ku tev li danişînê nebe. Dogan, anî ziman ku dê tu biryarên dadgehê yên derheqê wê de qebûl neke û wiha got: “Ez, tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan şermezar dikim û qebûl nakim. Ji ber vê jî min nexwest beşdarî danişînê bibim. Lê bi darê zorê ez anîm û ez vê qebûl nakim.” Dogan, got ku dê parastinê neke.    Dozger jî xwest ku Dogan were cezakirin. Parêzeran jî gotin ku nayê qebûlkirin ku miwekîla wan bi darê zorê bînin odeya SEGBÎS’ê û ev yek binpêkirina mafên mirovan e.    Dadgehê, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê hefsê li Dogan birî. Biryar hate dayîn ku rewşa girtî ya Dogan bidome.    Dogan, cezayê lê hatiye birîn bi dirûşma “Bijî Serok Apo” protesto kir.