Danişîna doza ‘heqareta li serokkomar’ a Demîrtaş hate taloqkirin 2024-05-31 12:13:48   MÊRSÎN - Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş a bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” jê tê darizandin hate taloqkirin.    Danişîna 13’emîn a doza derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş de bi hinceta axaftinên wî yên aktîvîteyên di navbera salên 2013 û 2017’an de li Mêrsîn, Mêrdîn, Amed û Enqereyê tev li bûye, bi îdiaya “heqareta li serokkomar” hatiye vekirin, li 14’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Mêrsînê hate lidarxistin. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ya lê tê ragirtin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    ‘BILA LI BENDA DOSYAYÊ BÊ SEKINÎN’    Demîrtaş, diyar kir ku 4 dosya kirine yek. Şandeya dadgehê li ser vê yekê anî ziman ku dosyaya wî ya li 46’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoyê li Dadgeha Bilind e. Demîrtaş jî li ser vê yekê wiha got: “Ji ber biryarên we biryar hatiye dayîn ku li benda hin dosyayan bê sekinîn. Di vê astê de dixwazim ku li benda temamkirina kêmasiyên dosyayê bê sekinîn.”   Dozger xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin û Demîrtaş were cezakirin. Dadgehê biryar da ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û danişîn taloqî 6’ê kanûnê kir.