Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin 2024-05-31 11:39:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê welatiyek revandin.    Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li bajraê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatiyê bi navê Xelîl Elî yê 58 salî revandin. Hat zanîn ku Xelî Elî li Taxa Mehmûdiyeyê hatiye revandin û birine gundê Elî Kara yê navçeya Bilbilê.    Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinên Mafan, di meha gulanê de li Efrînê 31 welatî ji hêla komên paramîlîter ve hatin revandin. Tê gotin ku gelek ji kesên hatine revandin birine Tirkiyeyê û hatine girtin.