‘Mufredata nû ya perwerdeyê îdeolojiya îktîdara siyasî dixe pratîkê’ 2024-05-31 10:52:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Perwerdekar Duygu Ozbay têkildarî armanc û xetereyên ku dê Modêla Maarîfê ya Sedsala Tirkiyeyê bi xwe re bîne axivî. Ozbay, ji dersên di mufredatê de mînak da û got: “Ev mufredat, bernameyeke navendîparêz e û îdeolojiya îktîdara siyasî dixe pratîkê.”   Reşnivîsa mufredata pewerdeyê ya nû ku bi navê “Modêla Maarîf a Sedsala Tirkiyeyê” tê binavkirin, di 26’ê nîsanê de bi raya giştî re hate parvekirin û ji wê rojê ve rastî bertekan tê. Reşnivîs ji 10’ê gulanê ve hatiye sekinandin û heta niha 67 hezar û 284 nêrîn û pêşniyar ji bo wê hatine kirin. Wezaret dibêje ku pêşniyar û nêrîn her roj bi Serokatiya Lijneya Hîndekarî û Perwerdeyê re tê parvekirin lê belê di serî de Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), gelek saziyên civaka sivîl û sendîka dibêjin ku li wan nehatiye guhdarîkirin. Mufredat ji hêla Serokatiya Hîndekarî û Perwerdeyê ve hate erêkirin û piştre jî Wezîrê Perwerdeyê Yûsût Tekîn erê kir. Bi vê yekê re mufredata nû li ser "https://mufredat.meb.gov.tr" ji gel re hate vekirin. Mufredata nû di serdema perwerde-hîndekariyê ya nû de dê ji pêşdibistanê heta dibistanên seretayî ya pola yekemîn, dibistana navîn a pola 5’emîn û di dibistana amadehiyê di pola 9’emîn de bikeve meriyetê.    Perwerdekarên ku dibêjin bi vê mufredatê re dê civak sedsalan paş bikeve, bertekên xwe nîşan didin. Komeleya Piştevaniya bi Jiyana Hemdem re (ÇYDD) ji bo betalkirina modêla nû serî li Dadgeha Kargeriya Bilind da.    Hevseroka Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê ya Amedê têkildarî mufredata nû ji ajansa me re axivî.    Perwerdekar Duygu Ozbay   Ozbay, anî ziman ku dema mufredata nû dihat amadekirin diviyabû nêrîna temamiya pêkhateyan bihata guhdarîkrin. Ozbay, wiha domand: “Lê li gorî proseduran tevnegeriyane. Ji bilî Wezareta Perwerdeyê û Egîtîm Bîr Sen’ê tu kes xwedî lê derneket. Di mufredatê de du feraset hene; ya yekemîn bîrdozî, muehfezekerî ye. Anku îdeolojiya îktîdara siyasî radixe ber çavan. A din jî piştgiriyê dide neolîberalîzmê, wê xurt dike û xwendekaran ji bo sermayeyê weke ‘karker’ digihîne. Diviyabû pirsa xwe ji tevahiya pêkhateyên perwerdeyê bikirana û wisa amade bikirana. Lewma jî ev mufredat mufredateke navendparêz e. Ev mufredat zêdetirî 19 milyon xwendekaran û milyonek û nîv kedkarên perwerdeyê dike. Anku tevahiya civakê eleqedar dike. Divê sendîka, nûnerên xwendekaran, rêxistinên civaka sivîl û komeleyên malbatan jî li ser maseyê bûna.”    'DIVIYABÛ RÊXISTINÊN EKOLOJIYÊ LI SER MASEYÊ BÛNA’    Ozbay, got ku divê ev mufredat ne tenê li ser nirxên însanî pêş biketa û ev tişt anî ziman: “Diviya krîza avhewayê esas bihata girtin û ji bo vê jî diviya nûnerên ekolojiyê, yên mafên mirovan jî li ser maseyê bûna. Mufredat li pişt deriyan bi veşarî hate îmzekirin û tenê hefteyek dem hate dayîn. Tevî vê jî me lêkolîn kir, rexneyên xwe kirin. Di demeke ku jiyan diherike de diyarkirina modêleke wiha ku mirovan paşve dibe, rast nîne.”    MILYONEK ZAROKÊN KEÇ NIKARIN SÛDÊ JI PERWERDEYÊ BIGIRIN    Ozbay, ders û mijarên di mufredatê de û ji hêla zarokên keç ve nirxand. Ozbay, wiha got: “Li gorî daneyên Egîtîm Senê nêzî milyonek zarokên keç nikarin ji perwerdeyê sûd bigirin. Wezareta Perwedeyê têkildarî van zarokan daneyan parve nake. Em nizanin ev zarok niha çi dikin. Îktîdara AKP-MHP’ê di salên dawî de hewl didin di qada cemaweriyê de newekheviya zayendî mezintir bikin. Ev mufredat jî li gorî vê daxwazê hatiye amadekirin. Em dizanin ku nirxên netewe dewlet anku patriyarka nîşan dide ew e ku zarokên keç di nava malê de bigire, li qadekî teng bigire û cihêkariyê li dijî wan dike. Ev nirx dikin ku zarokên keç di qada perwerdeyê nexuyayî bin. Lewma dibistan ji bo wan nabin qadên civakîbûnê. Bi darê zorê dizewicînin.”    DI DERSA MAFÊN MIROVAN Û DEMOKRASIYÊ DE MIJARA ‘YEKPARETIYA MALBATÊ’   Ozbay, ji hinek dersên di mufredatê de mînak da û wiha got: “Di dersa ‘Mafên Mirovan û Demokrasiyê’ de, di beşa sernavê ‘Yekparetiya malbatê û rayeya teserûfê’ de dê perwerdeyên cuda bidin zarokan. Dayîna vê mijarê biaqilî vala ye. Heke hûn beriya nirxandina malbateke demokratîk vê dersê bidin zarokan, wê demê hûn ji zarokan re dibêjin di nava civaka patriyarkal de teserûfa rayeyê di destê zilam de ye û zaroka keç di asta duyemîn de dihêlî. Li gorî me ev beş, beşekî xetere ye. Ji ber ku zarokên keç weke kesên divê di qadeke taybet de bimînin, yên malê paqij dikin, xwarinê çêdikin û ji sexbêra malê berpirsyar tên nîşandan.”    QALA AZADIYÊN GERDÛNÎ NEHATIYE KIRIN    Ozbay, daxuyand ku tevî navê dersê “Mafên Mirovan û Demokrasî” ye jî qala azadiyên gerdûnî nehatiye kirin. Bi domdarî Ozbay destnîşan kir ku hatiye vegotin bê ka divê azadî çima bên bisînorkirin û wiha pê de çû: “Dema azadî hatin bisînorkirin, zarokên keç hem li qada cemaweriyê hem jî di ya taybet de ji mafên xwe bêpar dimînin. Di qada cemaweriyê de weke beşa civakê ya ewil a divê ji mafê xwe yê perwerdeyê feraxat bike tê nîşandan. Ev zîhniyet jinûve tê afirandin. Weke mînak; dersa ‘Perwerdeya Nirxan, Nirxê Sebrê’ dersekî xetere ye. Ji ber ku zarok wisa hîn dikin ku dema di nava malê de rastî tundiyê hat sebir bike û bêdeng bibe. Bi taybetî jî di nava yekparetiya malbatê de. Zarokên keç ên di her qadên jiyanê de divê bêdeng bimînin û sebir bikin digihînin. Her wiha dê bi vê dersê newekheviya zayendî bêhtir kûr bibe. Hêj pirtûk nehatine çapkirin lê dema hatin çapkirin, em ê bi asta xerereyan re rû bi rû bimînin.”    DI DERSA FELSEFEYÊ DE JIN TUNE NE!   Di berdewamê de Ozbay got ku yek ji dersa herî zêde balê dikişîne jî dersa Felsefeyê ye. Ozbay, da zanîn ku di vê dersê de cih nedane tu zanyar an jî felsefevanên jin. Ozbay, wiha derbirî: “Anku binhişeke weke ‘jin nikare bifikire, zarokên keç nafikirin’ biafirînin. Di vê dersê de taybetiya zanabûnê dîsa dane mêr. Li hêla din cih nedane krîza avhewayê û mufredateke ekolojîk nîne. Tenê bi peyvên xemilî qala ‘domdarbûnê’ kirine. Divê mufredat mufredateke ekolojîk bûya.”    PERGALA PERWERDEYÊ TUNDIYÊ ÇAWA DIAFIRÎNE?    Ozbay, bal kişand ser bandora pergala perwerdeyê ya li ser civakê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Eşkereye ku polîtîkayên yekperest ên perwerdeyê yên heyî li welêt rê li ber pirsgirêkan vedike. Mamosteyek ji hêla xwendekarê ve xwe hate kuştin. Em nikarin vê bûyerê weke bûyereke munferît bibînin. Ev pêla tundiyê ji ber xwe ve çênabe. Îro li vî welatî kesek bi tena serê xwe gotinan ava dike. Gotinên cihêkar, yên jinan tune dihesibînin. Ev jî dike ku asta tundiyê zêdetir bibe.    Em dizanin ku netewe dewlet, her tim li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Perwerdeyê jî ji bo vê armancê bi kar tîne. Hewl didin li ser yekperestiyê civakeke yekreng ava bikin. Gelo di vê rewşê de civak, gel û baweriyên cuda dê xwe çawa bînin ziman? Xwendekar dê xwe çawa vebêjin. Dibistan jî qadên hatine gel hev a gelek çand, netewe û baweriyên cuda ye. Heke hûn yekperestiyê ferz bikin, ev yek bi xwe re tundiyê diafirîne.”   PROJEYA ÇEDES Û MESEM’Ê    Ozbay, bal kişand ser projeya “Ez Ji Bo Hawirdora Xwe Bihestiyar im û Xwedî li Nirxên Xwe Derdikevim (ÇEDES)” ku di navbera wezaretan de hate îmzekirin û “Navenda Perwerdeya Pîşeyî (MESEM)” û axaftina xwe wiha qedand: “Bi ÇEDES’ê hewl didin olperestiyê pêş bixin û MESEM jî projeya piyasekirinê ye. Divê perwerde ji kodên neteweperestî, kevneperestî û zayenperestiyê dûr û bi feraseta wekheviyê bê dayîn. Divê perwerde li vir aliyek be lê ne aliyê îdeolojiya siyasî. Divê bibe aliyê pêdiviyên civakê. Em jî ji bo vê têdikoşin.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel