Aslan: Israrkirina di qanûna li dijî hiqûqê de îşkence ye 2024-05-31 10:09:46 ENQERE - Parlementera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslanê diyar kir ku divê ji bo girtiyên ku cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn tiştek bê kirin û got: "Israrkirina di xala qanûnê ya li dijî hiqûqê de îşkence ye."    Abdulkadîr Kûday ê ku di berxwedana Kobanê ya Cotmeha 2014'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat binçavkirin û cezayê muebedê lê hat birîn, ji Çileya 2022'yan û vir ve li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê (rehabîlîtasyon) girtî ye. Kûday bi Ergîn Aktaş ê ku destên wî tune ne û Serdar Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e re di heman hucreyê de dimîne. Pêdiviyên Kûdayê ku bi kursiya bi teker dijî, ji aliyê hevalên wî ve tê dabînkirin.   Berî demekê teşhîsa nexweşiya ALS'ê li Kûday hatibû kirin. Saziya Tiba Edlî (ATK) di 30'yê cotmeha 2023'yan de ragihandibû ku Kûday bi tena serê xwe nikare bijî. Lê Kûday bi hinceta “ji bo civakê metirsîdar e” nayê berdan. Kûday ji ber nexweşiyên ku pê re, daketiye 41 kîloyan.   Ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal Aslan ku di Komîsyona Lijneya Lêkolîna Mafên Girtiyan a Meclisê de cih digire, diyar kir ku divê Kûday bê berdan.   ‘GIRTÎGEHA TÎPA RE NE ÇARESERÎ YE'   Aslan, anî ziman ku ATK bi salan bûne "saziyên siyasî" û diyar kir ku ATK ne li gorî exlaqê biryarên xwe dide. Aslan bal kişand ser rapora der barê Kûday de ya ku dibêje "Nikare di girtîgehê de bimîne" û destnîşan kir ku pergala înfazê ya li Tirkiyeyê ji bo girtiyên ku cezayên giran ê heta hetayê tê birîn, "pergaleke înfazê ya gelekî tund e."   Aslan da zanîn ku yekane daxwaza malbata Kûday ew e ku Kûday rojên xwe yên dawî bi wan re derbas bike û got: "Berdana Kûday tê astengkirin. Li girtîgehên Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk îşkence û muameleya xerab tê kirin. Sîstemeke cihêkar heye û sîstemeke ku girtiyên nexweş bikarin xwe bigihînin tedawiyê tune ye. Sîstema ku girtiyên nexweş bikarin sûdê ji tenduristiyê bigirin 'Ji bo girtiyên nexweş Girtîgehên Tîpa R (rehabîlîtasyon) hatin avakirin. Mixabin girtîgehên Tîpa R ne çareserî ye. Çareserî ew mekanîzma ye ku kesên nikarin di girtîgehê de bimînin bên berdan."    Aslanê destnîşan kir ku cezayê muebeda giran şûna îdamê digire û ewilî ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine pêkanîn. Aslanê bi lêv kir ku cezayê muebeda giran û cezayê îdamê ne dûrî hev in û got: "Israrkirina di xala qanûnê ya li dijî hiqûqê de îşkence ye."    MA / Hîvda Çelebî