Li Pirsûsê hejmara binçavkiriyan bû 10 kes 2024-05-31 09:48:13 RIHA - Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatiye destpêkirin, hejmara binçavkirinan derket 10 kesan.   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê hatiye destpêkirin de hejmara binçavkiriyan derket 10 kesan. Di serdegirtina malan de endamên Meclisa Şaredariya Pirsûsê Muslum Karak, Mustafa Ozberk û Bêrîtan Aslantekîn, her wiha Mazlûm Nergiz, Salîh Ozçelîk, Ahmet Yenilmez, Abdulrezak Karak û sê welatiyên ji rojavayê Kurdistanê ku navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku welatî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin.      Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de Bêrîtan Aslantekîn rastî miameleya xerab hatiye û gef lê hatiye xwarin. Hat zanîn ku kesê di çarçoveya CMK’ê de divê di dema lêgerînê de amade bûya nehatiye amadekirin û di dema lêgerînê de pirtûkên bibandroll û lênûska nîşeyan a amblema Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser bû hatin desteserkirin.    Binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê û hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.