Ji bo mitîngê bang: Em ê heywanan ji destên bixwîn ên pergalê re nehêlin 2024-05-31 09:42:10   ÎZMÎR - Melodî Zengîn a ji bo mitînga ku parazvanên mafên heywanan dê di 2’yê hezîranê de li Qada Gundogdûyê li dar bixin bang kir, wiha got: “Niyeta me nîne ku canên xwe yên li kolanan ji destên bixwîn ên pergalê re bihêlin.”   Bertekên li dijî guherînên Qanûna Parastina Heywanan ku li ser fermana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hatibû amadekirin û pêşkêşî Meclisê hatibû kirin, berdewam dikin. Li gorî pêşnûme qanûna ku ji bo kûçikên li kolanan bên komkirin û xwedîkirin 30 roj dide şaredariyan, wê kûçikên ku xwedî lê neyên derketin di bin navê “razanê” de bên kuştin. Şûna kuçikên ku “tên razandin” dê ji kolanan kûçikên nû bên komkirin, ev pêvajo dê wiha berdewam bike.    Parazvanên mafên mirovan ên li dijî pêşnûme qanûnê ji roja ewil ve di çalakiyê de ne dê di 2’yê hezîranê li Stenbol û Îzmîrê mitîngan li dar bixin.    Welatiyên ku ji bo mitînga dê li Îzmîrê were lidarxistin ji gelek bajarên Herêma Egeyê werin dê saet di 15.00’an de li Qada Komarê kom bin û ber bi Qada Gundogduyê ve bimeşin.   Endama Komeleya Ekolojiyê ya Polenê Melodî Zengîn ku yek ji organîzatora mitîngê ye, diyar kir ku beriya pêşnûme qanûn were aşkerekirin dîmên bûyerên li welatên cuda hatin pêşkeşkirin û di nava raya giştî de bertekek hate birêxistinkirin.    Endama Komeleya Ekolojiyê ya Polenê Melodî Zengîn   ŞERTÊN STARGEHAN NEBAŞ IN   Zengîn, diyar kir ku bi pêşnûme qanûnê kuştina heywanan tê armanckirin û bi lêv kir ku parazvanên mafên mirovan lênêrîna sewalan ku peywîra şaredariyan e girtine ser xwe. Zengîn, anî ziman ku stargeh weke mala heywanan e anîn rojevê û wiha got: “Stargeh bi awayekî asayî divê cihên ku heywan demekî derbasdar li wir bên ragirtin be, lê îro weke ku mala sewalan e tînin rojevê. Heywan li stargehan di şertên gelek xerab de dijîn. Xwarina wan ava wan nadinê. Kûçikên ku nexweşiyên wan ên vegirtinê hebin li cihên cuda nayên girtin.”   ‘EV PIRSGIRÊKEKE WIJDANÎ YE’    Zengîn a bertek nîşanî gotinên Erdogan ên “Bila kes wijdana me merhameta nepirse” da, bi bîr xist ku mafê jiyanê yê heywanên li kolanan heye û ev tişt gotin: “Heke îro mijara kuştina zindiyekî ku mafê wî yê jiyanê heye were nîqaşkirin ev pirsgirêkeke mezin a wijdanî ye. Ji xwe heywanên li kolanan her tim rastî tundî, tacîz û tecawizê tên. Em weke civakî pirsgirêkên mezin bi heywanan didin jiyîn. Em nizanin ku divê em çawa ji heywanan hez bikin. Ji ber zêdetirî heywanên li kolanan rastî vê rewşê hatine dibe ku reaksiyonên travmatîk nîşanî mirovan bidin.”   JI BO MITÎNGÊ BANG KIR    Zengîn, bi lêv kir ku divê heywanên li kolanan bên stewrkirin, bergiriyên di cih de bidin jiyîn bên wergirtin û di mijara rehabîlîteya wan de şaredarî berpirsyartiyê bigirin ser xwe. Zengîn ji bo mitînga ku dê di 2’yê hezîranê de li dar bixin banga tevlibûnê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niyeta me nîne ku canên xwe yên li kolanan ji destên bixwîn ên pergalê re bihêlin.”