Qeyûma Cizîrê ji bo ‘pakbûnê’ 4 milyon lîre daye Dosso Dossî 2024-05-31 09:01:59 ŞIRNEX - Qeyûma Şaredariya Cizîrê bi hinceta “nêrîna neyînî ya çêbûye” ji holê rake di sala 2022’yan de 4 milyon 130 hezar lîre pere daye Dosso Dossî.  Qedexeyên li dijî hunermendên xebatên kurdî û bi nasnameya kurdbûnê tên kirin û saziyên sivîl yên bi ser çand û zimanê kurdî xebatan didomînin didomin. Ji sala 2019’an ve li 16 bajaran herî kêm 28 çalakiyên bi kurdî bi hincetên cuda ji hêla walîtî û şaredariyên AKP’î ve an hatin astengkirin an jî hatin qedexekirin. Ji van çalakiyan 18’ê wan konser, 8’ê wan jî şano bûn.   Hêj ku qedexeyên tên sepandin didomin, li aliyê din polîtîkayên qirkirina çandî yên li Kurdistanê jî ketin meriyetê. Polîtîkayên dixwazin bîra ziman, çand û dîrokî ya kurd ji holê rake, di vê hêlê de herî zêde Holdînga Dosso Dossî dide xebitandin.    DEM PARTÎ PIŞTGIRÎ NEDA   Qeyûm, şaredariyên AKP’î û walîtî gelek caran çalakiyên bi kurdî asteng kirine di salên dawî de di bin navê “mihrîcanan” de li Bazida Agiriyê, li Cizîra Şirnexê û li Sûra Amedê organîzasyonên mezin li Dosso Dossî dan kirin.    Dosso Dossî herî dawî li Parka Newroza Amedê xwest “konserekî” li dar bixe. Rêveberiya Şaredariya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) peymana dema qeyûm de hatiye kirin û dê şaredariyê bixista bin deynekî giran, bi sedema “Di vê krîzê de dê dahatuyên gel ji wê derê re neyên xerckirin” betal kir.    Piştî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, derket holê ku Dosso Dossî ji bo van organîzasyonan ji rêveberiyên qeyûman gelek pere girtine.    JI ŞAREDARIYA CIZÎRÊ MILYON STENDIN   Li gorî agahiyên bi dest ketine Dosso Dossî di 30’ê cotmeha 2022’yan de ji bo organîzasyona navçeya Cizîrê 4 milyon û 130 lîre pere stendiye.    Di organîzasyona behsê xeberê ya li kêleka Çemê Dîcleyê hatiye lidarxistin de Soner Sarikabadayi, Sefo Kûrtûlûş, û Burak Bûlût derketin ser dikê. Herwiha rayedarê bilind ê Holdînga Dosso Dossiyê Hîkmet Ereslan jî wek DJ peywir girt.    QAŞO CIZÎR XIRAB HATIYE NASÎN!   Şaredariya Cizîrê ji bo organîzasyona hatiye lidarxistin pereyekî mezin xerc kir. Midûriyeta Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Cizîrê ji bo “mihrîcana muzîkê” ji qeyûm re daxwazname şand. Di daxwaznameya 26’ê cotmehga 2022’yan de gotinên balkêş cih girtin.    Di daxwaznemeyê de hat îdiakirin ku nirxên navçeyê têra xwe nehatine nasandin û wiha hat gotin: “(...) navê navçeyên ji ber bûyerê terorê yên berê, di serê mirovan de bi bîranînên nebaş tê naskirin. Em wek Şaredariya Cizîrê ji bo bîra xerab a di mirovan de çêbûye ji holê rakin, dewlemendiyên navçeya xwe bidin nasîn, ji bo ku ciwan di hêla civakî pêş bikevin, em difikirin ku hunermendên nav û deng werin li herêmê, ji bo ciwanan ji hişbir û elimandinên xirab dûr bixin dê ev mihrîcan sûdewer bibe.    Midûrtî lêçûnên “mihrîcanê” yek bi yek wiha rêz kir   “Bersivandina lêçûnên çalakiyê Şaredarî bigire ser xwe   *Qada çalakiyê 5 roj berî mihrîcanê teslîmî fîrmayê were kirin   *Anîna 3 hunermendên wek neteweyî   * Pêkanîna performansa DJ   * Ji bo çalakiyê temamkirina her cure alavên teknîkî   * Bi qasî ku têrî şeva çalakiyê bike alavên deng, dik, ronahî û fîşekên hewayê anîn   * Ewlehiya qadê pêk anîn   * Ewlehiya birin û anîna alavan pêkanîn   Qeyûm daxwazên midûrtiyê qebûl kir û ji bo lêçûnên çalakiyê biryar da ku 4 milyon 130 hezar lîre were razandin. Pereyê ku di wê demê de hatine razandin, vê gavê nêzî  8 milyon lîreyan e.    MA / Zeynep Dûrgût