Înce: Tecrîd û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e 2024-05-31 09:01:09 MÊRSÎN - Hevserokê TÛAY-DER’a Çûkûrovayê Metîn Înce destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e û xwest ku rayagiştî piştgiriyê bide çalakiya malbatên girtiyan.  Tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin di meha 39’emîn de ye. Ji 25’ê adara 2021’an ku Abdullah Ocalan bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû, axaftina wan di nivî de hatibû qutkirin ve ji Îmraliyê agahî nayên wergirtin. Kampanyaya ku hem ji bo rakirina tecrîdê, hem ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hem jî çareseriya pirsgirêka kurd di asta navnetewî de hatiye destpêkirin didome.    Girtiyên siyasî jî di 27’ê mijdara 2023’yan de di çarçoveya kampanyayê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Girtiyan di 4’ê nîsanê de çalakiya xwe veguhestin asteke din, çalakiya xwe veguherandin derneketina dadgehan, boykotkirina hevdîtina bi malbatan re û axaftina bi telefonan re. Li gelek bajaran jî malbatên girtiyan niha bi çalakiya “Deng bide azadiyê” daxwazên xwe diqêrin.    Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER Çûkûrova) Metîn Înce çalakiyên xwe nirxandin.    ‘TECRÎD PIRSGIRÊKA HEMÛ GELAN E’    Înce, destnîşan kir ku divê hemû rayagiştî deng bide çalakiyan û bi lêv kir ku yekane armanca wan ew e ku tecrîd were rakirin. Înce, îşaret kir ku 39 meh in ji girtiyên li Îmraliyê tên ragirtin agahî nayên wergirtin û wiha got: “Tecrîd sûc e. Li gorî destûra bingehîn sûc e. Mixabin destûra bingehîn jî tê binpêkirin. Rakirina tecrîdê, hatina heq û hiqûqê, çareseriya pirsgirêka kurd ji armancên me yên bingehîn in. Niha gelek hevalên me ji bo aştî xwestin û fikrên xwe anîn ziman niha di girtîgehan de ne. Yek ji mînaka vê jî Doza Komployê ya Kobanê ku rojên borî biryar hate dayîn e. Di sala 2013’an de bi birêz Abdullah Ocalan re pêvajoya aştiyê hatibû destpêkirin. Divê hemû gelên li vî welatî dijîn li wê serdemê binêrin. Aboriya welat baş bibû, mirov bi awayekî rehet û aram b dijiyan. Ev pirsgirêk, pirsgirêka hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn e. Em ji vê bawer dikin. Em dibêjin ku heke li vî welatî pirsgirêka kurd çareser bibe dê tu pirsgirêk nemînin.”   ‘EM Ê PÊVAJOYA XWE YA ÇALAKIYÊ BERFIREH BIKIN’    Înce, destnîşan kir ku pirsgirêka tecrîdê ne tenê pirsgirêka kurdan e, pirsgirêka hemû welat e û helwesta partiyên mûxalîf a têkildarî vê yekê rexne kir. Înce, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemû rayagiştî ya cîhanê gelek baş dizane ku li vî welatî yekane muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Armanca rejîma faşîst a AKP’ê û MHP’ê diyar e. Hemû siyaseta wan ew e ku xwe li ser pirsgirêka kurd bidin jiyîn. Em naxwazin dayikên tirkan, kurdan û ereban bigirîn. Ji ber vê yekê divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin. Em ê di vê noxteyê de pêvajoya xwe ya çalakiyê ku dabû destpêkirin berfireh bikin.”