Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da 2024-05-30 10:14:34   MÊRSÎN - Zarokê 9 salî Ensar Kaan Şîmşek ku di qezaya trafîkê ya li Tarsûsê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Şîmşek re hejmara kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 12 kes.    Li ser rêya di navbera Tarsus-Edene-Dîlokê ya li devera Yenîce ya navçeya Tarsus a Mêrsînê qeza çêbûbû. Di qezayê de zarokê 9 salî Ensar Kaan Şîmşek jî birîndar bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê. Şîmşek jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê re hejmara kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 12.    Bavê Şîmşek, Halît Şîmşek jî di qezayê de jiyana xwe ji dest dabû.    ÇI BÛBÛ?   Otobûsa rêwiyan a fîrmaya Star Diyarbakirê ku ji Amedê diçû Stenbolê, di şeva 26’ê gulanê de li ser rêya Tarsus-Edene-Dîlokê ya li herêma Yenîce ya navçeya Tarsus a Mêrsînê qeza kir. Ajokarê otobûsê Alî Guler kontrola xwe winda kir û qeza kir. Otobusê bariyerên pola derbas kir, derbasî rêya din bû û li du wesayîtan xist. Di qezayê de 11 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Di qezayê de Îpek Taraman (33), Serhat Taraman (35), Elîf Taraman (3), Ozan Kiliç (29), Bîrsen Çîftsuren (52), Mehmet Kaplan (34), Sultan Acet (30), Taha Acet (41), Halît Şîmşek (41), Mehmet Orhan Teymen û Ayla Çelîk Tegmen jiyana xwe ji dest dan.    Ajokarê otobûsê Alî Guler piştî qezayê hate girtin.