Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû 2024-05-30 09:26:03   STENBOL - YÎBO'yên ku wekî navendên asîmîlasyonê hatin avakirin, bûn mijara xebata bi navê "Amûra Tundî û Asîmlasyonê YÎBO". Ji rêveberiên projeyê Ozgur Unal got: "Li YÛBO'yan nifşeke ku zarokatiya wan ji wan hatiye dizîn heye."    Dibistanên Leylî (YÎBO) yên ji bo asîmîlekirina zarokên kurdan hatin avakirin, bûn mijara projeyeke din. Navenda Bîrê, bi xebata bi navê "Amûra Tundî û Asîmlasyonê YÎBO" li ser YÎBO'yan hûr bû. Xwendekarên hiqûqê Ozgur Onal û Şukran Demîr, di çarçoveya vê xebatê de hevdîtin bi 25 xwendekaran re ku li YÎBO'yan xwendin kirin. Hevdîtin, wekî e-pirtûk di 22'yê Gulanê de hatin weşandin. Her wiha tê payinkirin formata belegfîlmê ya projeyê jî di meha Cotmehêd e bê temamkirin.   Ozgur Unal projeya navborî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   Unal pêşî behsa dîrokçeya YÎBO'yan kir û got ku dîroka YÎBO'yan xwe dispêre Enstîtuya Keçan a Xarpêtê ku piştî Komkujiya Dêrsimê ya 1938'an hatiye avakirin.    Unal destnîşan kir ku armanca sereke ya YÎBO'yan asîmlasyon bûye û got ku çendî wê demê parlementerên Herêma Behra Reş daxwaz kiribin jî, lê li wir nehatine avakirin. Unal da zanîn ku wekî qada pêkanînê Kurdistan hatiye hilbijartin û got: "A rast, ev armanca YÎBO'yan eşkere dike."    ÎSTISMAR, TACIZ, TECAWIZ   Unal destnîşan kir ku di salên 1980'yî de hejmara dibistanên leylî zêde bûye û got ku bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê û pêvajoya valakirina gundan re hejmara xwendekarên li YÎBO'yan jî zêde bûye. Unal da zanîn ku di salên 2010'an de bi berbelabûna amûrên ragihandinê yên girseyî binpêkirinên mafan, îstismar, taciz û tecawizên li YÎBO'yan derketine holê û got ku ji ber vê piştî 2010'an zûzûka hatine girtin.    Unal anî ziman ku hê jî hin YÎBO hene, lê der barê wan de agahî kêm in û got ku arşîvkirina van agahiyan girîng e.  ZAROKÊN KEÇ HEDEF HATIN GIRTIN   Unal bilêv kir ku li YÎBO'yan bi taybetî zarokên keç hedef hatine girtin û hatine asîmlekirin û got: "Sedema vê jî ji be rolên zayenda civakî yên hatine ferzkirin. Ji ber ku dizanin hilgirê zimên dayik in û ev wê bi rêya zarokên keç berbelav bibe, gotin demildest divê zarokên keç 'bên medenîkirin' û ji kurdbûyînê bên xalîkirin. Vê jî bi hînkirina tirkî û tirkîkirinê kirin."      Unal diyar kir ku zarokên ku li YÎBO'yan mezin bûne xwebaweriya wan qels bûye.      'JI IFŞEKÎ ZAROKATÎ HAT DIZÎN'   Unal bilêv kir ku gava dest bi projeyê kirine der barê YÎBO'yan de pir lêkolîn tune bûne û got: "Me e-pirtûka wê derxist û em ê belgefîlma wê çêbikin. Lê me dît ku ev jî têr nakin. Bi sedan xebat bên kirin jî têr nake. Ji lew re mijareke berfireh e. Divê tiştên li YÎBO'yan qewimîne li wir nemînin. Li YÎBO'yan nifşeke ku zarokatiya wan ji wan hatiye dizîn heye. Bandorên wê hê jî didomin. Hêvîdar im bi kêrî hevrûbûyînê bê."    MA / Omer Îbrahîmoglû