Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin 2024-05-30 09:08:53   RIHA - Li Rihayê ji ber parvekirineke der barê Roboskiyê de li midûrê dibistanekê doz hat vekirin.    Li navçeya Xeleftî ya Rihayê 3 kesên midûrê dibistanan di 29'yê kanûna 2023'yan de bi boneya 12'emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê li ser Wahtasapp'a xwe parvekirinek kirin. Her sê midûr ji ber wêneyên parvekirin ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Midûr bi şertê "qedexeya derketina derveyî welêt" hatin berdan.    Li ser daxwaza Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê der barê midûrên dibistanan de lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî lêpirsînê cezayê şermezarkirinê li wan hat birîn.    CIHÊ WAN HAT GUHERANDIN   Paşê her sê kes ji midûriyetê hatin girtin. Du midûr sirgûnê navçeya Hewag û yek jê jî sirgûnî navçeya Bêrecûkê hatin kirin. Hat îdiakirin ku biryar li ser daxwaza Qeymeqamê Xelfetiyê Zîkrûllah Erdogan hatiye dayîn ku biraziyê Serokkomarê AKP'ê Erdogan e.    Serdozgeriya Komarê ya Rihayê jî der barê her sê kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsîna kesekî didome û der barê kesekî de jî biryara "neşopandinê" hat dayîn.    Lê der barê M.O. de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye îdianame hat amadekirin.    Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Rihayê îdianameyê qebûl kir. Danişîna ewil wê di 18'ê îlonê de bê lidarxistin.    MA / Ceylan Şahînlî