Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine 2024-05-30 09:03:18   AMED - Hat hînkirin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beriya hilbijartinê bi çend rojan 11 mal û milkên şaredariyê dewrî saziyên fermî kirine.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dest xist, roj bi roj texrîbatên qeyûm aşkere dike. Rêveberiya Şaredariyê ya DEM Partiyê berê daxuyandibû ku qeyûm bi giştî 3 milyar û 345 milyon TL deyn xistiye stuyê şaredariyê û 44 mal û milkên şaredariyê dewrî miftîtî, midûriyeta tenduristiyê, qeymeqamtiya Çinarê û midûriyeta ciwanan û werzîşê hatine kirin.    11 MAL Û MILKÊN DIN JÎ HATINE DEWRKIRIN   Derket holê ku qeyûm beriya hilbijartinê 11 mal û milkên şaredariyê yên ji bo wan 290 milyon û 899 hezar û 18 lîre û 35 qurîş hatiye xerckirin dewrî saziyên fermî kiriye.    Deverên hatine dewrkirin ev in: Hawizê olîmpîk ê li navçeya Pasûrê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr; Hêwana Werzîşê ya Gitî ya li navçeya Karazê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr; Hêwana Werzîşê ya Girtî ya li navçeya Bismilê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr; Mala Agahiyan a Çinarê dewrî qeymeqamtiyê; Kampa Ciwanan a Selahaddîn Eyyûbî ya li navçeya Pîranê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Daristanan; hawizê olîmpîk ê li navçeya Bismilê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê; navenda ciwanan a li PAsûrê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr; Hêwana Werzîşê ya Girtî ya li Rezanê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr; Hêwana Werzîşê ya Girtî ya li Gêlê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr û hawizê olîmpîk ê li navçeya Farqînê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr hat kirin.    MA / Berîvan Altan