Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e 2024-05-30 09:02:22 AMED - Melîha Çetîn, xwişka Veysî Aktaşê li Îmraliyê dimîne û berdana wî tê astengkirin wiha got: "Êdî bes e, vê tecrîdê rakin."  Ji Veysî Aktaş ê ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim re li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, 39 meh in tu agahî nayê girtin. Li Ocalan 6 meh cezayê dîsiplînê yê din hat birîn û tecrîd hat dirêjkirin. Veysî Aktaş ê ku bi Ocalan re li Îmraliyê dimîne, diviyabû di 28'ê Nîsana 2024'an de bihata berdan, lê berdana wî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê salekê hat dirêjkirin.    Melîha Çetîn a ku di 27'ê Nîsana 2020'an de, di dema pandemiyê de, bi rêya telefonê bi birayê xwe Veysî Aktaş re axivî, bertek nîşanî neberdana birayê xwe û tecrîda li Îmraliyê da.    Çetînê anî ziman ku carekê çûye Girava Îmraliyê û Îmraliyê wekî "Cihekî pir zehmet e. Ji bilî dengê avê tu deng nayê" pênase kir û wiha got: "Di navbera çar dîwaran de ne, tu xeber nayê girtin, telefon û tiştekî din tune. Êdî bes e, vê tecrîdê bi dawî bikin. Em bihêvî bûn û em li benda hatina wî bûn."    Melîha Çetîn, xwişka Veysî Aktaş   DI 9 SALAN DE 3 HEVDÎTIN   Çetînê anî ziman ku birayê wê 9 sal in li Girava Îmraliyê tê girtin û tenê 3 caran bi wî re hevdîtin hatiye kirin û wiha got: "Em li wir çi dibe. Veysî û 3 hevalên xwe bi tenê li wir in. Qey ji bo wan edalet tune ye."    Çetînê bal kişand ser erdhejên li nêzî Girava Îmraliyê zêde bûne û got ku dema erdhej çêdibin fikarên wan zêde dibin, lê dîsa jî tu agahî nestandine û got: "Dema erdhej çêbûn qet nebe dikaribûn bihêlin telefon bikin."    'HÊVIYA DÊYA MIN ŞIKANDIN'   Çetînê bilêv kir ku çavên dayika wê li rê ye û got: "Hêviya dayikekê şikandin. Xwedê ji vê yekê re nehêle."   Çetînê bertek nîşanî cezayên dîsîplînê yên nû da û got: "Tu dibêjî qey berê pri baş bû û her roj telefon dikirin. 6 meh cezayê dîsîplînê yên don jî dane. Me tiştekî baş nedîtiye. Em van cezayan şermezar dikin, ez dixwazim birayê min bê berdan. 30 sal umrek e."   Çetînê anî ziman ku ew dixwazin tecrîd bê rakirin û wiha got: "Em dixwazin deriyên girtîgehan bên vekirin û girtîgeh bên valakirin. Em dixwazin birayê min ê 30 salön xwe temam kır, bö berdan. Em dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan, birayên xwe û zarokên me bê rakirin."    MA/ Mujdat Can