Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn 2024-05-30 09:01:03 WAN - Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Salîh Coşkun destnîşan kir ku çavkaniya pirsgirêkên welat tecrîda girankirî ya 39 meh in li Îmraliyê tê domandin e û wiha got: “Divê lazimiyên biryarên DMME’yê werin pêkanîn.”  Li cihên ku tecrîd herî giran tê sepandin yek jî Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ye. Li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Abdullah Ocalan girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ev 39 meh in tu agahî neyên girtin. Serlêdanên malbat û parêzeran jî an bêbersiv tên hiştin an jî bi hincetên “cezayên dîsiplînê” yên 3 meh û 6 mehan tên redkirin. Ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were pêkanîn û pirsgirêka kurd were çareserkirin li çar aliyên cîhanê çalakî û xebatên cur bi cûr tên li dar xistin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê di salên dawî de li dijî tecrîdê ket nav hewldanên cûr bi cûr. Li gorî Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Salîh Coşkûn astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya pirsgirêka welat a kurd, tecrîd bi xwe ye.     Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Salîh Coşkun   ‘TECRÎD BELAVÎ CIVAKÊ BÛ’    Coşkûn diyar kir ku sedema pirsgirêkên li welat tecrîda ser Abdullah Ocalan e û anî ziman ku ji 4’ê Nîsanê ber bi îro ve girtî dadgehan boykot dikin, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û wiha axivî: “Me di hevdîtinên vê demê kiriye de ferq kir ku lêpirsînên dîsiplînê yên li dijî girtîyan, cezayên hucreyan û heya çalakiyên civakî gelek caran ceza hatine dayîn. Ji ber vê yekê tecrîda li Îmraliyê belavî civakê bûye. Neçareserkirina pirsgirêka kurd li welat dibe sedema pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin.”    ‘HER GIRTÎ XWEDÎ MAFÊ HEVIYÊ YE’   Coşkûn bal kişand ser mafê hêviyê yê her girtî an jî girtiyê cezayê muebetê girtiye û mafê heviyê yê berdanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafê hêviyê yê mirovan ji mirovbûna wan pêk tê. Heger mirovek sûcdar jî be divê heya dawiya emrê xwe ji civakê dûr neyê xistin û di girtîgehê de neyê girtin. Lê belê girtiyên 30 salan di girtîgehê de tên ragirtin tevî ku cezayên xwe temam dikin jî ji ber biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê (CÎK) nayên berdan. Ev yek girtiyan ji mafên azadiyê bêpar hiştin e û darbekirina ‘mafên wî yê hêviyê’ ye. Wek hiqûqnas bendewariya me ew e ku lazimiyên biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên derbarê tecrîda li Îmraliyê dane, werin pêkanîn. Dewlet peymanan dikin, dixin meriyetê lê belê pêk nâînin. Ji ber wê divê li Tirkiyeyê ji bo biryarên DMME’yê werin sepandin polîtîkayekî bi bandor were meşandin.”    ‘JI BO ÇARESRIYA PIRSGIRÊKÊ DIVÊ TECRÎD DAWÎ BE’   Coşkûn pêvajoya salên di navbera 2013 û 2015’an bi bîr xist û wiha derberî: “Nasnekirina Erdogan a ‘Mutabakata Dolmabahçeyê’ û nêzîkatiya dewletê ya li dijî Ocalan, PKK’ê û gelê kurd, pêvajoyê anî vê astê. Hêj jî ev zext û pirsgirêk didomin. Biryarên Doza Kobanê, girankirina tecrîda li dijî Ocalan polîtîkayekî dewletê ye. Di hêla çareseriya pirsgirêka kurd de axaftina bi birêz Ocalan re girîng e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîda di şexsê Ocalan de tê girankirin dawî bibe. Astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran a Ocalan bêhiqûqî ye. Divê wek qanûnî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Li pêşiya vê yekê tu astengiyên hiqûqî nîn in. Pêkneanîna vê yekê nasnekirina hiqûqê ye.”