Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide 2024-05-29 10:24:45   ENQERE - Ji imzekarên nameya bi daxwaziya şandina heyeta bo Îmraliyê dan CPT’iyê parêzer Melanie Gingell got: “Pêwîste CPT hinek din jî wêrek tevbigere û der barê rewşa heyî de agahî bide me.”    Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, bi awayekî bêhiqûqî dewam dike. Dewletê polîtîkaya tecrîdê şidand û li dijî vê israra dewletê, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke hevpar kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hate destpêkirin. Çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên Ewropayê bi beşdariya komên cuda bi taybetî akademîsyen, hunermend, siyasetmedar û parêzeran dewam dike.    Yek ji xebatên girîng jî nameya ku ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) a bi pêşengiya Înîsiyatîfa Aştiya Kurdistanê re hat şandin û berpirsyariyên CPT bi bîr xist. Parêzera li Buroya Dîplomasî ya Meclisa Gelê Kurd a Brîtanyayê Melanie Gingell ku yek ji îmzeyên nameyê ye, behsa nameya hevpar a ji CPT’ê re şandine û tecrîda li ser Abdullah Ocalan kir.   ‘BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ ÎLHAMÊ DIDE’    Gingell anî ziman ku li tu deverê rewşek mîna ya Abdullah Ocalan nîne û got: “Li tu derê Ewropayê sîstemeke bi vî rengî nîne.” Gingell bi bîr xist ku tecrîd ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke îşkenceyê tê pênasekirin û wiha got: “Ji ber vê yekê ev rewşeke gelekî giran e. Em dizanin ku komîteya CPT di meha sibata îsal de çû Îmraliyê. Li gorî wan ragihandiye ev mijar anîne rojevê. Lê mixabin di vî warî de nekarîn agahiyên zelal bidin me. Ev rewş ne tenê ji bo Abdullah Ocalan bi xwe îşkence ye, ji bo gelê kurd jî îşkence ye. Çimkî gelê kurd Ocalan wek rêber û lîderê çavkaniya îlhama xwe dibîne. Der barê rewşê de agahî nadin gelê kurd. Ji ber ku em nikarin ji hundirê Îmraliyê agahiyê bigirin jî ne mimkûn e ku hemû rastî bê zanîn jî, lê hîna cezayên disîplînê tên birîn, ev yek jî nîşan dide ku li girtîgehê têkoşînek berdewam e. Ev îlhamê dide me. Nekarîn ruh û berxwedana Ocalan têk bibin.”    Prz. Melanie Gingell     ‘DIVÊ CPT WÊREK BE’    Gingell da zanîn ku lêkolîna CPT’yê ya li ser şert û mercên girtîgehan ancax bi lihevkirina bi welatan re dikare pêk were û wiha got: “Tişta mixabiniyê ew e ku CPT nikare agahiyê bide kesekî wekî Abdullah Ocalan ku di rewşeke awarte de tê ragirtin û dijî. Prensîbeke hiqûqî ya giştî heye ku pêşniyar dike ku qanûn ji bo pêk were divê xuya bibe, ev jî nakokiya qanûnên giştî yên CPT derdixe holê. Neweşandina rapora wan nîşan dide ku tiştekî ku Tirkiye vedişêre heye. Heke ne wisa bûya dê rapor zelal û eşkere bin. Eşkere ye ku li girtîgehên Tirkiyeyê muameleya bi girtiyên siyasî re pirsgirêkên cidî hene. Di vê çarçoveyê de divê CPT gavekê pêşdetir biçe û agahiyên bingehîn bide me, pêwîste CPT wêrek tevbigere. Helbet di van agahiyên bingehîn de rewşa tenduristiyê û her ku diçe xerabtir a girtîgehan jî heye. Lê di vir de jî kêmasiyek derdikeve holê, di rewşeke wiha de dibe ku Tirkiye bibêje, ‘Heke hûn raporeke neyînî bidin, em ê nehêlin hûn li girtîgehan kontrol bikin’. Ji ber vê yekê divê CPT hinekî wêrek be û der barê rewşa heyî ya Ocalan de me agahdar bike.”   BIRYARA DOZA KOBANÊ    Gingell nerazîbûn nîşanî biryara Doza Kobanê jî da û got: “Cezakirina siyasetmedarên kurd ango cezayên bi vî awayî hemû standên navneteweyî yên adilbûnê û edaletî binpê dike. Bivê nevê lazim e hikûmeta Tirkiyeyê dest ji vê helwesta xwe berde. Bi vê helwestê ne mimkûn e ku çareseriya siyasî pêk were. Bi vî awayî siyaset jî bi rê ve naçe.”    AŞTIYA BO KURDISTANÊ    Gingell bal kişand ser girîngiya pêkanîna aştiya li Kurdistanê û got: “Divê her kes û ji her netewên cuda ji bo aştiya li Kurdistanê û azadiya Ocalan tiştek bike. Pêwîste aştî li Kurdistanê pêk were.”    ‘WÊREKIYA WE SILAV DIKIM’    Gingell destnîşan kir ku gelê kurd ku li Tirkiyeyê li dijî tecrîdê têdikoşe pir wêrek e û got: “Ez wêrekî û berxwedana gelê kurd pîroz û silav dikim.”    MA / Hîvda Çelebî