Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin 2024-05-29 09:23:37   RIHA - Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Curnê Reş a DEM Partiyê ji bo hilbijartinên 2'yê Hezîranê yên li navçeyê bên lidarxistin, ji saziyên qanûnî daxwaza heyetên çavdêriyê kirin.   Li navçeya Curnê Reş ya Rihayê wê di 2'yê Hezîranê de hilbijartin bên nûkirin. Namzetên hevşareriyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl ji bo hilbijartinê bênavber xebatên xwe didomînin. Namzetên hevşaredariyê der barê xebatên hilbijartinê yên li bajêr de axivîn û gotin ku ew ê bi ferqeke zêde bi ser bikevin.   Namzetê hevşaredariyê Serhan Paydaş diyar kir ku her çend di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi ser ketibin jî, piştî ku alîgirên AKP'ê sindoq şewitandine, biryar hatiye dayîn ku hilbijartin bên nûkirin û got: "Dema AKP'ê fêm kir ku winda kiriye, biryar da ku destwerdanê bike. Şaredarî ne aşê tu kesî ne. Malên xizmetê ne. Feraseta heyî bi salan e vê navçeyê bi rê ve dibe û tu projeyeke wan a ji bo fêdeya gel tune ye."    'EM Ê QADÊN ÎSTIHDAMÊ BIAFIRÎNIN'   Paydaş bal kişand ku beriya hilbijartinên pêşwext bi rêya qeymeqamtî û ÎŞ-KURê anons hatine kirin û got: "AKP vê yekê wekî propagandaya hilbijartinê bi kar tîne. Lîste ji aliyê AKP'yiyan ve hatine amadekirin. Soza wan ev bû, lê soza me jî ew e ku em ê betaliyê ji holê rakin. Bi seferberkirina hemû derfetên şaredariyê re em ê qadên îstihdamê ji mirovan re peyde bikin. Em soza kar nadin tu kesî, em ê fabîrkeyan ava bikin û derfetên kar peyda bikin. Me ji bo binesaziya navçeyê xebateke fizibîlîteyê kir û projeyên me amade ne."    BANGA HEYETA ÇAVDÊRIYÊ   Paydaş anî ziman ku ji bo pêşî li bûyerên mîna 31'ê Adarê bê girtin di 2'yê Hezîranê de ji rêxistinên hiqûqê xwest heyetên çavdêriyê bişînin navçeyê û got: "Divê Baroya Rihayê û baroyên herêmê ji bo careke din ev yek neqewime bi erka xwe tevbigerin. Parêzerên me û muşahidên me wê li ser sindoqan bin. Divê hemû sazî li Curnê Reş bin û çavdêriyê bikin. Divê bêhiqûqîtî careke din neyê dubarekirin."    'VÎNA GEL HAT XEPSKIRIN'   Namzeta hevşaredariyê Garîp Yeşîl jî got: "Di 31'ê Adarê de vîna gel hat desteserkirin. Li ser vê yekê em li her qadê xebatên xwe berfirehtir dimeşînin. EM gelek caran çûn her malê û me her tiştî bi hûrgulî vegot. Qadên îstihdamê yên jinan tune ne. Em ê ji bo jinan qadên îstihdamê biafirînin. Eciqandina jinê, tê wateya eciqadina civakê. Em ê dawî li vê yekê bînin."    Yeşîl anî ziman ku Curnê Reş ji bo wan xwedî girîngiyeke taybet e ku tevgera siyasî ya kurd cara ewil li vir şaredariyê bi dest xistibû û got ku ji ber wê ew ê bi ser bikevin.    MA / Emrûllah Acar