ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN 2024-05-29 09:00:07   * Esnafan ragihand ku zêdebûna fiyetên zêr daxwaza îmîtasyonê zêde dike û gotin ku ji ber krîza aborî heya ji destê welatiyan tê lêçûnên xwe kêm dikin.    * Xizmên girtiyan ên ku di çarçoveya çalakiyên "Edalet pêk bîne, hiqûqê bi cih bînin" ji Wanê ji bo biçin Wezareta Dadê bi rê ketin, diyar kirin ku ew ji bo bibin dengê azadî û aştiyê têdikoşin.   * Namzetên Hevşaredariya Curnê Reş ên DEM Partiyî ji rêxistinên hiqûqê xwestin ku ji bo hilbijartina 2'yê Hezîranê şandeyan bişînin navçeyê.   * Di meha dawî de li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin. Endamê YDG'ê Metîn Ozken diyar kir ku li Tirkiyeyê îro têkoşîn ji bo ciwanan ne alternatîfek e, tiştekî mecbûrî ye.    * Orkestraya Mezopotamyayê ku bi pêşengiya hunermendên kurd bi dirûşmeya "orkestrayeke demokratîk" hat avakirin, hewl dide ji neteweyên cuda hunermendan bîne cem hev.    * 6’emîn Rojên Ma Musîcê dê 1’ê hezîranê dest pê bike. Perwerdekarê Ma Musîcê Ferhat Ertaş banga tevlibûnê kir û wiha got: “Werin em rewşa heyî ya Amedê vegerînin kurdî.”   * Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya karkeran ku qeyûm beriya hilbijartinê xistine şaredariyê, ji sedî 75’ê bûdçeya şaredariyê ji bo mûçeyan diçe û wiha got: “Îdia hene ku bi bedela 400 hezar TL’an kes girtine şaredariyê. Yên pere dayîn girtine şaredariyê.”    * Li seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci, Ahmet Nesîn û Erol Onderoglû bi hinceta Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Ozgur Gundemê kirine doz hatibû vekirin. Danişîna 10’emîn a dozê dê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê bê lidarxistin. (09.30)   * Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li Curnê Reş a Rihayê û bajarokê Periyê yê Dêrsimê bidomin. (10.00-18.00)   * Xizmên girtiyan dê bi daxwaza “Edaletê pêk bîne, bi hiqûqê bike” li pêşiya Wezareta Dadê bên gel hev. (14.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00-17.30)   * Têkildarî êrişên Îsraîlê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (17.30)   * Rêxistinên civaka sivîl ên li Îzmîrê dê têkildarî mafên heywanan meşê li dar bixin. (18.00)