Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin 2024-05-29 08:50:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di nirxandina xwe ya dawî de got ku dê li gelek bajaran barîn bibare.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di rapora xwe ya texmîna rewşa hewayî ya rojane de got ku dê li gelek herêm û bajaran barîn bibare. Hat diyarkirin ku dê seranserî Tirkiye û bakurê Kurdistanê biewr be û li Herêma Trakyayê, herêmên navîn ên Rojavayê Behra Spî û derdora Toroslarê, Anatoliyaya Navîn (Ji bilî Eskîşehîrê) Behra Reş a Navîn, Kastamonu, Artvîn, Erdexan, Qers û Colemêrg, Rîze û Trabzonê dê barîneke zêde bibare.