Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin 2024-05-28 20:00:54   DÊRSIM - Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li Periyê didomin. Hevşaredara Bajarê mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr di xebatên îro de cih girt û got: “Divê em xwedî li îradeya xwe derkevin. Yên ku vir heyî bikin em in.”    Li ser îtîrazên AKP’ê hilbijartinên li Perî ya Dêrsîmê di 2’ê hezîranê de ji nûve bên kirin. Piştî vê biryarê DEM Partiyê xebatên xwe dan destpêkirin û bê navber dimeşîne. Heşardara Dêrsîmê Bîrsen Orhan, hevşaredara bajarê mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, namzetên Periyê Naciye Aslan Û Orhan Çelebî, rêveberên navend û navçeyan yên DEM Partiyê tevli xebatê bûn. Heyet çû gundê Sorek û Koterîç û bi welatiyan re hatin gel hev.   Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr di serdana gudan de axivî û da zanîn ku tu hewldana xizmetê ya muxalefetê ji bo vir tuneye û wiha pê de çû: “Ji ber vê jî yên ku vir heyî bikin em in. Yên biparêzin em in. Em hevşaredarên xwe emanetê we dikin û piştgiriya we dixwazin.”