Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin 2024-05-28 17:08:19   STENBOL - Der barê kujerê stranbêjê kurd Mehmet Caymaz de cezayê muebedê hat xwestin.    Li devera Rihtim a navçeya Kadikoya Stenbolê kesê bi navê Mehmet Aymaz bi hinceta ku stranbêjê kurd Cîhan Aymaz strana “Ez bimirim Tirkiyeya min (Ölürüm Türkiyem)” negot, ew kuştibû. Danişîna sêyemîn a doza kuştinê ku der barê kujer de hat vekirin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûya Stenbolê hat lixistin. Parêzerên her du aliyan jî di danişînê de amade bûn. Caymaz ê kujer ji sûcê “kuştina bi qestî” tê darizandin û ew jî di danişînê de hat amadekirin.    Dozger der barê esasê de mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest ji sûcê “kuştina bi qestî” cezayê muebedê lê bê birîn.    Parêzeran jî daxwaza dema zêde kirin. Şandeya dadgehê daxwaz qebûl kir û danişînê taloqî 8’ê hezîranê kir.