Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin 2024-05-28 12:55:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li navçeya Cindirês a Efrînê 2 welatî revandin. Aqûbeta welatiyan nayê zanîn.    Binpêkirinên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); komên paramîlîter li navçeya Cindirêsê du kes revand. Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku koma paramîlîter a navê “Polîsên leşkerî” lê hatiye kirin, welatiyên bi navên Hisên Osman (38) û Mihemed Elî Bekir (43) revandin.   Hate ragihandin ku kesên hatine revandin ji gundê Yelaqûzê ne û nayê zanîn bê bi ku ve birine.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî Navenda Belgekirinê ya Sûcan a Efrînê, di meha nîsanê de herî kêm 28 kes hatin revandin. Di sala 2023'yan de jî li Efrînê herî kêm 435 kes hatin revandin ku ji wan zarok û 180 nexweş jî hene.