Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin 2024-05-28 12:44:39 ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser çetetiya di nava dewletê de û wiha got: “Welatê bi tifaqa JÎTEM’ê re birêve dibin. Heta ku ev tifaq bidome dê kesên bertîlê didin, qasibkariya mirovan dikin neyên darizandin. Rêya pêşîlêgirtina rizîbûna heyî, bidawîkirina tifaqa bi JÎTEM’ê re ye.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiya xwe de rojevên heyî nirxand. Malbatên kesên di 1’ê Gulana Stenbolê de hatin girtin jî tev li civînê bûn. Bakirhan, di serî de 57 kesên di Komkujiya Çorumê ya 1980’an de hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku dê tu caran ji bîr nekin.    ‘EM KOMKUJIYA LI REFAHÊ LANET DIKIN’   Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser êrişa Îsraîlê ya li dijî kampa sivîlan a li Refahê û şermezar kir. Bakirhan, anî ziman ku xelkê Filistînê bi tenê nîne û helwesta hêzên navneteweyî rexne kir. Bakirhan bang li tevahiya gelên kedkar ên cîhanê kir ku li dijî komkujiya li dijî Filistînê dengê xwe derxînin.    ÊN DANEZANA DARBEYÊ XWENDIN BI ÎKTÎDARÊ RE NE    Bakirhan, got ku di nava sedsala dawî de yek ji welatên herî zêde darbe lê hatine kirin Tirkiye ye û got ku di nava 22 salên dawî de bi cureyên cuda gelek darbe hatine kirin. Bakirhan, anî ziman ku derhiqûqtiyên li dijî îradeya gel û girtina siyasetmedaran jî darbe ye. Bakirhan, salvegera darbeya 27’ê Gulanê bi bîr xist û wiha got: “Bi vê darbeyê re destûra bingehîn hate betralkirin, serokwezîrek hate bidarvekirin. Em vê darbeyê şermezar dikin. Yên ku digotin em berdewamiya Partiya Demokrat in, niha mil dane milên kesên danezana darbeyê xwendin û bi hev re li îktîdarê ne. Mekanîka darbeyê ya li Tirkiyeyê hêj jî nûjen e. Yên ji darbeyê herî zêde bibandor dibin em in û em ê her tim li dijî wê derkevin. Doza Kompasê ya Kobanê, Doza Geziyê û doza girtina HDP’ê tevek jî darbe ne. Em îro di salvegera Geziyê de ne. Em careke din têkoşîna gelan silav dikin. Gezî îtîrazeke mafdar bû û nabe ku bê darizandin.”    ‘DEWLET JI HÊLA MAFYA Û ÇETEYAN VE TÊ BIRÊVEBIRIN’    Bi domdarî Bakirhan destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd tê wateya zindîhiştina mekanîka darbeyê û wiha pê de çû: “Tecrîd bi kêrî kê tê, bi tecrîdê çi tê veşartin gelên Tirkiyeyê baş dizanin. Di tevahiya darbeyên 70 salên dawî de MHP tê dîtin. Li krîz û aloziya salên 1970’an binêrin, MHP tê de heye. Aktorê sereke ya krîz û aloziya salên 90’î jî MHP ye. Ji ber ku hebûna xwe ji krîz, alozî û darbeyan digire. Îro bi AKP’ê re her roj darbeyê li dijî siyaseta demokratîk û daxwazên civakî dikin. Piştrast bin ku navendên her du partiyan jî dê weke navendên giştî yên plankirina darbeyên siyasî cih bigirin. Ne navendên giştî, biryargehên darbeyan e. Di demên berê de dewletê mafya û çete kontrol dikir. Lê îro mafya û çete dewletê kontrol dikin. Ji darazê heta siyasetê, di her qadê de hene. Bila kesek ne rabe û vê pergala çeteyan weke pergala cemaweriyê nefiroşe me. Li naverasta Enqereyê cînayetek hate kirin. Hûn çima kujeran nagirin? Ji ber ku nikarin. Tişta jê re dibêjin beka, parastina vê pergala rizî ye.”    TIFAQA JÎTEM’Ê   Bakirhan, destnîşan kir ku niha çete ketine nava burokrasiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Burokrasî ketiye nava destê çete û mafyayan. Tişta ku jê re digotin stûna dewletê ye, riziya û dihilweşe. Banga min ji bo wezîrê karên hundir û hikûmeta AKP’ê ye; heke hûn bixwazin li dijî tiryakê têbikoşin; wê demê pêşiya çeteyên di nava îktîdarê de bigirin. Heke hûn bixwazin rizîbûnê heyî bi dawî bikin, wê demê tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin. Hûn û şirîkê xwe JÎTEM bi hev re vî welatî birêve dibin. Heta ku ev tifaq bidome dê dê kesên bertîlê didin, qasibkarên mirovan neyên girtin û darizandin. Rêya pêşîlêgirtina rizîbûna heyî, bidawîkirina tifaqa bi JÎTEM’ê re ye.    Piştrast bibin ku aktorê sereke yê tevahiya van krîz û aloziyan MHP ye. Dê di dawiya dawî de MHP dawiya AKP’ê jî bîne. Heke Tirkiye bixwaze ji lîsteya gewr derbikeve, divê çeteyên ji hêla AKP û MHP’ê ve tên parastin tesfiye bike. Çareseriya pirsgirêkan pir hêsan e; demokrasiyeke xurt, hevrûbûneke li ser bingeha demokrasî û edaletê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd. Ev, dê mekanîzmaya darbeyê tune bike. Ji bo welatekî demokratîk, divê modêleke çareseriyê yê statûya gelê kurd nas dike hebe. Tapûya veguherîna demokratîk a welat, destûreke bingehîn a demokratîk e.    PAKETA ŞOV Û XAPANDINÊ   Niha paketeke teserûfê eşkere kirin. Bi temamî paketa şov û xapandinê ye. Tevdîrên hatine ragihandin ne teserûf, xespkirina mafên gel e. Paketa teserûfê ya hatiye eşkerekirin, ji 26 parên deynê heyî tenê parek jê ye. Ew jî dizanin ku nikarin bi vê deynê heyî bidin.    EM PÊŞNIYARA REFORMA BACÊ DIKIN   Teserûf, bi guhertina tercîhên di bacê û aboriyê de dibe. Weke DEM Partiyê em reformeke berfireh a bacê pêşniyar dikin. Ji kesên kêm qezenc dikin kêm, ji kesên zêde qezenc dikin jî zêde bisetînin. Para bacên neyekser a di nava dahata bacê de bila were kêmkirin. Ev par, ji berîka kedkaran tê derxistin. Êdî di mijara bacê de bes ji sermayedaran re nelirêtiyê bikin. Weke DEM Partiyê em ê heta tîrmehê ji bo başkirina mûçeyê kêmtirîn mûçeyê kampanyayê bidin destpêkirin.    EM MAFÊ JIYANÊ YÊ HEMÛ ZINDIYAN DIPARÊZIN    Weke ku hûn jî pê dizanin, rojeva ajalên kolanan heye. Balkêş e, hûn dizanin navê pêşnûmeqanûna nû çi ye? Navê wê ‘Pêşniyarqanûna Mafên Heywanan.’ Yên nezan dema li vê pêşniyarqanûnê dinêrin, dibêjin qey dê ji bo mafên heywanan tiştekî baş pêşkeşî Meclisê bikin. Binêrin li vir jî xelkê dixapînin. Di hundirê wê de mafên heywanan tune ne. Pêşniyarên ku dê heywanan qetil bikin hene.  Li gorî vê dê heywanên li kolanan bên komkirin û heke di nava 30 rojan de kes lê xwedî derkeve dê bên kuştin. Îktîdara ku bi pratîkên xwe yên dijminatiya li dijî xwezayê tê zanîn, dê dîsa heywanên li kolanan qetil bike. Pirsgirêkeke bi navê heywanên li kolanan derxistin. Herin jê re cihên mayînê çêbikin û jiyana wan baş bikin. Weke DEM Partiyê em mafê jiyanê yê tevahiya zindiyan diparêzin û dê her biparêzin.”