Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan 2024-05-28 10:13:26   AMED - Girtî û xizmên wan ev demeke dirêj e daxwaza xwe ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" diqîrin. Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku heta tecrîd neyê rakirin û hevdîtin pêk neyên, ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.   Girtiyên li girtîgehan ji 4'ê Nîsanê û vir ve bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" çalakiyan lidar dixin. Girtî dadgehan, hevdîtina bi malbatê re û hevdîtina bi rêya telefonê boykot dikin. Xizmên girtiyan jî bi heman daxwazan li ber girtîgehan çalakiya "Bibe dengê azadiyê" li dar dixin.   'GER HEVDÎTIN BI OCALAN RE PÊK BÊ WÊ HER TIŞT BAŞ BIBE'   Dayika Mahsûm Saûhan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Tekîrdagê girtî Sulhiye Sarûhan diyar kir ku ji bo dayikekê nebihîstina dengê kurê xwe pir zehmet e û got: "Dema em nêzî çêlikeke heywanan dibin, êrişî me dikin. Zarokên xwe diparêzin. Ev 2 meh in agahiya me ji wan nîn e. Em nizanin di çi rewşê de ne. Jixwe di bin tecrîdê de bûn. Rewşa niha zilmeke mezin e."    Sarûhan da zanîn ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û wiha got: "Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe û tecrîd rabe. Em aştî, wekheviyê dixwazin, bila dayik êdî bes bigirîn. Ger bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin, wê her tiş baş bibe."    'HEYA TECRÎD RANEBE WÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN'   Ji dayikên di çalakiyê de Reşahat Ada jî diyar kir ku ji berdana birayê wê Hamdusena Ada 7 meh maye, lê du hefte berê ji Amedê sewqî Bolûyê hatiye kirin û got ku 2 meh in tu xeberê ji birayê xwe nagire. Adayê got: "Em dengê wan nabihîzin. Heta ku tecrîda li ser zarokên me neyê şikandin em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Heya birêz Ocalan azad nebe, kes ji me azad nabe."    Dayika girtiyê nexweş Şivekar Ataş ê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Rabîa Ataş anî ziman ku ji ber xeberê ji keça xwe ya nexweş nagire xemgîn e û got: "Weke dayikekê dilê min jî diêşe. Keça min nexweş e, lê em agahî jê nagirin."   Ataş ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşînê kir û got: "Em dixwazin ev tecrîda li ser Rêber Ocalan bê rakirin. Ji ber ku em jî di bin tecrîdê de ne. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan, birûmet dikim; divê her kes li dijî vê yekê rabe."    Dayika Gulîstan Al a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê Emîne Al jî diyar kir ku ew ji ber xeberê ji zarokên xwe nagirin bi fikar in û got: "Ji bo ev tecrîd demildest bi dawî bibe, divê her kes rabe ser pêyan."   'EM AZADIYA RÊBERÊ XWE DIXWAZIN'   Dayika Amîne Kaya ya dayika 3 zarokan ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye, Meryem Soylû jî fikarên xwe anîn ziman û got: "Divê her kes tevlî çalakiya me ya li ber girtîgehê bibe. Her ku hejmara me li vir zêde bibe, em ê karibin vê xelekê bişkînin û wê bi zarokên me re hevdîtin çêbibe. Her kes dizane em ji bo Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne."    Soylû anî ziman ku tecrîd ancax bi çalakiyên xurt dikare bê şikandin û wiha got: "Em hemû tên tecrîdkirin. Lewma divê her kes xwe bide ber vî barî û xwedî li wan derkeve."