Ji şaredariyên DEM Partiyê piştevaniya ji bo Tetwanê 2024-05-28 09:18:12 BEDLÎS - Şaredariya Tetwanê ya DEM Partiyê bi hevgirtina şaredariyên din re hewl dide ku texrîbata ji serdema AKP'ê mayî ji holê rake. Hevşaredar Mumîn Erol got: "Em ê di her şert û mercî de xizmetê bikin û bajêr nû bikin." Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ku 2 serdeman di bin rêveberiya AKP'ê de bû, di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredariyê bi dest xist. Rêveberiya DEM Partiyê ragihand ku Milyarek û 214 milyon TL deynê şaredariyê heye. Her wiha hat ragihandin ku gelek wesayîtên şaredariyê nayên bikaranîn. Li şaredariyê bi giştî 54 wesayît hene. Ji van wesayitan 5 jê betal in û 12 jê jî ji bo tamîrê şandine Amedê. Şaredariyên di bin rêveberiya DEM Partiyê de ji bo xizmet bê kirin gelek wesayît şandin Tetwanê. Şaredariya Rezan a Amedê, 3 kamyonên çopê; Şaredariya Pirxûsê ya Bajaroka Bedlîsê wesayiteke şûştina rê û Şaredariya Mûşê jî kemçeyek şand Tetwanê.    DEYN ZÊDE DIBIN   Hevşaredarê DEM Partiyî Mumîn Erol destnîşan kir ku tevî deynên giran jî wê di xizmetên bingehîn de astengî çênebin. Erol bal kişand ku di nav şaredariyên herî deyndar de yek jê jî şaredariya wan e û wiha got: "Li gor faîzê û belgeyên ku bi lêkolînên me derketin holê, em dikarin bibêjin ku bi giştî deynê me li derdoramilyar û 300 milyonî ye. Lê belê em ê xizmetê ji gelê xwe re bikin. Di her şert û mercî de em ê bixebitin û em ê tevî gelê xw eji bin vî barî rabin."   Erol diyar kir ku dahat û lêçûnên şaredariyê hev temam nakin û wiha got: "Her meh li derdora 30 milyonî faîza deynan tê. Rêveberiya berê şaredariyê bi nêzîkatiyeke neexlaqî û dijminane bi rê ve biriye. Me ji Dîwana Muhasebatê komîsyonek û ji Wezareta Karên Navxweyî komîsyonek xwest ji bo lêkolînkirinê."    Erol bi lêv kir ku di serdema AKP'ê de zêdeyî 200 milkên şaredariyê hatine firotin û got ku wesayîtên çopê û amûrên kar jî ketine rewşeke wiha ku nayên bikaranîn.    DEYNÊN DAÎREYA BACÊ   Erol anî ziman ku Daîreya Bacê bi salan ji rêveberiya AKP'ê deyn nexwestiye, lê piştî ku DEM Partî bi ser ketiye dest bi deyn kiriye û got: "Hesabên me xistin ber îcrayê. 5 sla bûn li deynê xwe nedipirsîn, lê çima niha dipirsin? Gava ev gel raya xwe bide AKP'ê wan wekî 'dost' dihesibînin, lê gava nadin wan ceza dikin. Ev, talankirin û bêhiqûqîtî ye. Lê rastiyeke gel heye ku tu carî serî li ber plîtîkayên dewletê natewîne."    PIRSGIRÊKÊN BAJÊR   Erol armanca bingehîn a şaredariyê rave kir û got ku ew ê pêşî li rûxandina Gola Wanê bigirin. Erol bal kişand ku ji ber ava qenalîzasyonê bêhna Gola Wanê guheriye û bêhn li tevahiya bajêr belav bûye û wiha got: "Divê em mudaxileyê vê rewşê bikin. Em ê hem ekolojiyê biparêzin hem jî ji bo bajêr projeya qenalîzasyonê pêk bînin. Her devera bajêr tijî xirbe û çop in. Em ê van pirsgirêkan bi meclisên xwe, bi pêkhateyên bajêr, bi keyayan û gelê cwe re çareser bikin."    MA / Mehmet Guleş