Şaredariya DEM Partiyê wê bi projeyan xwe bigihîne jinan 2024-05-28 09:03:49 WAN - Endama Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê Oznur Evînê diyar kir ku ew dixwazin bi projeyên ku dê pêk bînin, xwe bigihînin hemû jinan û got ku ew dixwazin bi her şitila ku wê li "Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyrazê" deynin hemû jinên qetilkirî bibîr bînin.  Li şaredariyên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bi nûneratiya wekheviyê ji destê qeyûman stendin, ji bo xebatan zend û bend hatin bandan. Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ku projeya wê ya yekemîn li ser jinan bû, di 23'yê Gulanê de Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyrazê ava kir û şitlên ewil çandin. Wê 9 jin berpirsyariya bexçeyê bigirin ser milên xwe û bi vî awayî aboriya xwe pêk bînin."   Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Oznur Evînê der barê xebatên şaredariyê de axivî.   Evînê diyar kir ku wan piştî hilbijartinê yekser dest bi xebatê kiriye û got ku wan serdana Navenda Jiyana Jinê ya Maya û Bazara Kedê ya Jinan a ku di serdema Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi piştgiriya Ewropayê hatibû vekirin kiriye û got ku lê belê qeyûman ew dever texrîb kirine. Evînê anî ziman ku armanca wan ew e ku van saziyên betal dîsa çalak bikin û got ku ew projeyên ji bo jinan esas digirin. Evînê anî ziman ku bi taybetî hewl didin xwe bigihînin jinên taxan û got: "Heya em xwe bigihînin hemû jinên li Wanê em ê bixebitin." Evînê anî ziman ku wan projeya bîstanê ji bo pêkanîna fikiriyata "ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê" pêk aniye.    Evînê anî ziman ku jin bi ekolojiyê re di nava ahengekê de ne û wiha wiha got: “Li ser vê bingehê projeya me ya yekemîn bîstan bû. Di vê çarçoveyê de me 9 jin hatin wezîfedarkirin û me bîstan dabeşî 9 beşan kir. Em ê di salên pêş de li her taxê bixebitin. Projeyên me hene ku li her taxê baxçeyek hebe. Em ê têkoşîna jinê û azadiya xwe li her qadê nîşan bidin. Sedema ku me navê Denîz Poyrazê li bîstan kir ew e ku em hemû hevalên hatine qetilkirin bibîr bînin."    MA / Rûken Polat