Parazvanên mafan ji Gayrettepeyê bang kirin: Bila ‘Muzeya Şermê’ bê çêkirin 2024-05-27 14:49:22   STENBOL - ÎHD û TÎHV ên li cihê avahiya Midûriyeta Polîsan a Bajêr a li Gayrettepeyê hate hilweşandin daxuyanî dan, banga hevrûbûnê kirin û gotin: “Em dixwazin şûna avahiya Şaxa 1’emîn a Gayrettepeyê ‘muzeya şermê’ were çêkirin û ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin û hatine îşkencekirin li vê qadê bîrdariyek were çêkirin.”   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di çarçoveya Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windakiriyên di Bin Çavan de ya Navnetewî li cihê avahiya Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê ya berê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Şaxa 1’emîn a Gayrettepeyê sembola windakiriyên di bin çavan de û kuştinên di îşkenceyê de ye. Em ê ji bîr nekin” hate vekirin.     Daxuyanî ji aliyê Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yoleriyê ve hate xwendin.    ‘BILA BÎRDARIYA KU SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SEMBOLÎZE DIKE BÊ ÇÊKIRIN’    Yolerî, diyar kir ku avahiya Midûriyeta Polîsan a Bajêr a li Gayrettepeyê ku heta dawiya sala 1994’an xizmet da “Navenda Îşkenceyê” ye û ev tişt gotin: “Bêyî ku hesaba êşên hatine kişandin bê dayîn, edalet were pêkanîn avahî hate hilweşandin. Bêyî hevrûbûn û hesabpirsînê ne pêkane ku îşkenceyên hov ên diqewimin an jî windakiriyên di bin çavan de bên ji bîr kirin. Ji bo ku careke din heman sûc neyên kirin û êşên hatine kişandin bên bidawîkirin dixwazin şûna avahiya hatiye hilweşandin ‘muzeya şermê’ û bîrdariya ku sûcên li dijî mirovahiyê sembolîze dike were çêkirin.”   Yolerî, ya îşkence, kuştin û windakiriyên di bin çavan de ên li Gayrettepeyê qewimîn bi bîr anî wiha got: “Ne tenê Stenbol, hemû erdnîgarî bi sûcên li dijî mirovahiyê hate reşkirin. Cemîl Kirbayir ê li Goleya Qersê hate binçavkirin hate windakirin, gora Veysel Guney ê piştî 12’ê Îlonê hate darvekirin hate windakirin, ji sala 2018’an ve Yûsûf Bîlge Tûnç winda ye û rastî bi gotina ‘sira dewletê ye’ tê veşartin û hemû faîl bi zirxa necezakirinê tên parastin.”   ‘BILA MUZEYA ŞERMÊ BÊ ÇÊKIRIN’    Yolerî, destnîşan kir ku ji bo ev polîtîka bi dawî bibin divê “hevrûbûn” û “hesabpirsîneke” rast pêk were û herî dawî ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê parastina hafizayê, veguhestina nifşên nû hewcehiyeke. Weke Sansaryan Han (Şaxa 2’yemîn) a hate hilweşandin û otel lê hate çêkirin, Sûltanahmet û Girtîgeha Bayrampaşayê em ê destûrê nedin ku tiştên qewimîne bên jibîrkirin. Em dixwazin şûna avahiya Şaxa 1’emîn a Gayrettepeyê ‘muzeya şermê’ were çêkirin û ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin û hatine îşkencekirin li vê qadê bîrdariyek were çêkirin.”