Bi girseyî serdana şîna Yildirim hat kirin 2024-05-27 14:00:44   AMED - Bi girseyî serdana şîna Mehmet Yildirim ê li gundê Nenyasa Licê hatibû kuştin, hat kirin.    Li gundê Nenyasa bi ser navçeya Licê ya Amedê ve 24’ê gulanê leşkerên derketin operasyonê avêtit ser mala Mehmet Yildirim ê bavê 4 zarokan û ew kuştin. Bo Yildirim li Mizgefta Odabaşi Bal a li taxa Bagcilara Rezanê ya Amedê şîn hat danîn. Xelkê Amedê bi girseyî serdana şînê kir.    Serdan bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hat kirin. Rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê û gelek nûnerên saziyan beşdarî serdana şînê bûn.    Di şînê de rêz hat girtin û ji malbatê re sersaxî hat xwestin. Paşê Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç axivî û bertek nîşanî kuştina Mehmet Yildirim da û sersaxiyê ji malbatê û gelê kurd re xwest.    Serdana şînê bi xwendina diayan û fatîhayan bi dawî bû.