Berxwedana Geziyê di sala 11’an de ye: Serfiraziya me ye 2024-05-27 13:25:27   STENBOL - Di daxuyaniya bi boneya 11’emîn Berxwedana Geziyê de kesên jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn û wiha hate gotin: “Em bi Berxwedana Geziyê serfiraz in."    Piştevaniya Taksîmê bi boneya 11’emîn Berxwedana Geziyê li avahiya Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a li Karakoyê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan jî tev li bûn.    'EM PÊ SERFIRAZIN'   Nûnerê Stenbolê yê DÎSK’ê Asalettîn Aslanoglû kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî û wiha got: “Wateya din a Berxwedana Geziyê ew bû ku gel êdî ev îktîdar nedixwest û hêj jî naxwaze. Gotina dawî gel dikin.” Serokê Şaxa Hejmar 5 a Tum Bel-Senê Ensarî Korkmaz jî got ku ew bi Berxwedana Geziyê serbilind in û xwest girtiyên Doza Geziyê bên berdan. Ji TMMOB'ê Seyfettîn Avci jî diyar kir ku Berxwedana Geziyê tevgera gel bû û serfirazî û rûmeta wan e. Serokê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Kuçukosman jî kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî û xwest girtî bên berdan.    Ji girtiyên Doza Geziyê Mucella Yapici ku demekî kin piştre hatibû berdan jî wiha got: “Berxwedana Geziyê berxwedaneke rengîn e. Kesên berxwedanên Kobanê û Geziyê didarizînin, derba herî giran li demokrasiya welat dixin. Tevahiya van kompasên hiqûqî ne. Dawî li vê derhiqûqtiyê bînin. Nebin şirîkê vê bêedaletiyê.”