Odeya Bijîşkan a Amedê: Nexweşên penceşêrê nikarin xwe bigihînin xizmeta tedawiyê 2024-05-27 12:24:42   AMED - Odeya Bijîşkan a Amedê diyar kir ku ji bo nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyên dewletê tenê cîhazek dixebite û nexweşxane bi nexweşên penceşêrê dije dibin û bang li rayedaran kir ku bikevin tevgerê.    Odeya Bijîşkan a Amedê li ser hesabê xwe yê X’ê (twitter) bi sernavê “Li bajarê me Cîhaza Radyoterapî û hejmara pisporên onkolojiya radyasyonê kêm in û lewma ev dibe sedema nexweş bimirin” agahî parve kir. Odeyê têkildarî newekheviya li bajarê bakurê Kurdistanê tê kirin daxuyanî û dane parve kir.    Odeya Bijîşkan a Amedê diyar kir ku ji bo nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyên dewletê tenê cîhazek dixebite û nexweşxane bi nexweşên penceşêrê dije dibin û bang li rayedaran kir ku bikevin tevgerê. Odeya Bijîşkan destnîşan kir ku hikumetê qada tenduristiyê kiriye qada bazirganiyê û got ku li Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Dîcleyê radyoterapî (tedawiya işinê) bi rêbaza îhaleyê dane fîrmayekê. Odeya Bijîşkan anî ziman ku ji ber xemsariya rayedar û saziyên dewletê kesên nexweşiyên penceşêr li wan peyda bûne, dimirin an jî bi zehmetî xwe digihînin xizmeta tedawiyê. Odeya Bijîşkan got ku divê rayedar bi awayek demildest bikevin tevgerê û kêmasî û tengezariyên gel ji holê rakin.    Odeya Bijîşkan tabloya newekheviya li bajarên bakurê Kurdistanê jî parve kir. Dabeşbûna cîhaz û bijîşkên pispor ên li bajarên bakur wiha ne: