Li Salîhliyê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin 2024-05-27 11:54:46   MANÎSA - Kesê bi navê Aytunç Ç. jina bi navê Nagihan ku hev berda bûn, dayika wê Fatma û birayê wê Îbrahîm Can qetil kir.    Kesê bi navê Aytunç Ç. li navçeya Salîhlî ya Manîsayê jina bi navê Nagihan Can ku hev berda bûn, dayika wê Fatma û birayê wê Îbrahîm Can qetil kir. Li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin veguhestin. Li cihê bûyerê hat tespîtkirin ku Fatma Can li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Nagihan Can û birayê wê Îbrahîm Can ku bi giranî birîndar bûbûn jî rakirin nexweşxaneyê. Her du xwişk û birayan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.    Kujer Aytunç Ç. hate binçavkirin.