Di doza rojnamevan Yalçin de dê ji midûriyeta polîsan ‘şahid’ bê pirsîn 2024-05-27 11:09:43   AMED - Di doza rojnamevan Nûrcan Yalçin de biryar hate dayîn ku ji midûriyeta polîsan were pirsîn ka derbarê wê de şahidekî din heye an na.    Bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” di 22’yê mijara 2021’an de 3 sal û 7 meh û 22 roj cezayê hefsê li rojnamevan Nûrcan Yalçin hate birîn. Dadgeha Îstînafê bi hinceta ku li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dozeke nû hatiye vekirin û lêpirsînek tê meşandin, da zanîn ku bêyî têkiliya her du geşedanan were lêkolînkirin biryar hatiye dayîn. Îstînafê ji ber vê yekê biryar xera kir.    Piştî ku biryar hate xerakirin jinûve darizandina Yalçinê dest pê kir. Danişîna ewil a Yalçinê îro li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Yalçin û parêzerê wê Resûl Temûr amade bûn. Yalçin, diyar kir ku parastina xwe ya beriya xerakirinê dubare dike. Parêzerê Yalçinê Resûl Temûr jî bi lêv kir ku beyanên xwe yên beriya niha dubare dike û xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.    Dozger jî xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Şandeya dadgehê biryar da ku li benda encama lêpirsîna der barê Yalçinê de berdewam dike bê sekinîn û mînakeke dosyaya wê ya ku ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve biryara wê hatiye dayîn û li Dadgeha Îstînafê di lêkolînê de ye têxin nava dosyayê. Dadgehê her wiha biryar da ku ji Midûriyeta Polîsan a Amedê were pirsîn ka derbarê Yalçinê de şahidekî din an jî lêpirsîneke din heye an na.    Danişîn taloqî 26’ê mijdarê hate kirin.