Zaroka li platforma lîstikê nas kirî revand û destdirêjî lê kir 2024-05-27 10:56:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesê bi navê Yunus B. ê ku zaroka 15 salî li platforma lîstikê nas kirî, piştre zarok revand û destdirêjî lê kir.    Zaroka bi navê A.B. a 15 salî ku li Stenbolê dijiya, du hefte berê li platforma lîstikê bi Yunus B. ê 31 salî re hevnas bû. A.B., ji hêla Yunus B. ve hate revandin û destdirêjî lê hate kirin. Li gorî nûçeya rojnameger Rojda Altintaş; Yunus B. li ser platforma lîstikê li pey zarokê ket û di 24’ê gulanê de li ser Pira Kavacikê hatin gel hev. Piştre jî zarok A.B. revand û bir mala xwe.    Hevjîna Yunus B. a bi navê Gokçe B. ku di roja bûyerê de li malê bû, xwe weke cîrana malê bi zarokê da naskirin û 20 deqe piştre jî ji malê derket. Dema Yunus B. û zarok bi tenê mayîn, Yunus B. destdirêjiya zarokê kir. Piştî Gokçe B. li midûrê zarokê yê dibistanê geriyayî, polîs hatin malê û Yunus B. binçav kirin.    ZAROKÊ GILIYÊ TECAWIZKAR KIR   Zarokê di îfadeya xwe de got ku ji hêla Yunus B. ve hatiye tecawizkirin û li qereqolê hîn bû bê ka Gokçe B. a di roja bûyerê de li malê bû kî ye. Zarokê hem giliyê Yunus B. hem jî yê hevjîna wî Gokçe B. kir.    FAÎL XWE BI GOTINA ‘ME NEDIZANÎ’ PARAST    Tecawizkar Yunus B. jî di îfadeya xwe de îdia kir ku wî nedizanî munasebeta zayendî ya bi zarokekê re sûc e. Gokçe B. jî got ku wê dizanî dê zarok bê malê, 20 deqe piştre ji malê derketiye û îdia kir ku xwestiye li dibistana zarokê bigere da ku agahiyê bide malbata lewma derketiye.