Li Curnê Reş derî bi derî xebatên hilbijartinê hatin kirin 2024-05-26 21:55:24   RIHA - DEM Partiyê li Curnê Reş a ku hilbijartin dê lê bên nûkirin ji çar aliyan lez da xebatên xwe. Endamên partiyê yên derî bi derî geriyan, bang li gel kirin ku xwedî li vîna xwe derkevin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartina Şaredariya Curnê Reş a Rihayê ku dê di 2’yê hezîranê de bê dubarekirin, xebatên xwe didomîne. Parlamenterên DEM Partiyê Sînan Çîftyurek, Sirri Sakik, Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî di nav de gelek kes tev li xebatên li navçeyê bûn.    Şandeya ku Turkoglû û namzeta Hevşaredariyê ya Curnê Reş Garîp Yeşîl di nav de serdana malên li Taxa Bahçelîevlerê kirin û daxwaza piştgiriyê kirin. Yeşîl a di serdanê de axivî, bang li welatiyan kir ku di 2’yê hezîranê de biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin. Yeşîlê wiha got: “Weke di hilbijartinên di 31’ê Adarê de em ê di hilbijartinên 2’yê hezîranê de jî serkeftinê îlan bikin.”   DERÎ BI DERÎ GERIYAN     Şandeya ku parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik jî di nav de Gundê Qavalik ê navçeyê derî bi derî geriyan û serdana malan kirin. Şandeya ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn di nav de jî li Gundê Golcûk xebatên hilbijartinê bi rê ve birin. Namzetê Hevşaredariyê yê Curnê Reş Serhan Paydaş jî li gundê Arabûq tev li xebatan bû û derî bi derî serdana malan kirin. Paydaş, tiştên roja 31’ê Adarê qewimîn bi bîr xistin û peyama ku dê careke din qezenc bikin da.