Deriyên wezaretê 113 roj in ji Şenyaşarê re girtî ne 2024-05-26 18:25:50   ENQERE - Emîne Şenyaşar ku 113 roj in li ber Wezareta Edaletê li edaletê digere, ji aliyê Sekretera Têkiliyên Navneteweyî ya ST Fackorbundent a mezintirîn sendîkaya karkeran a Swêdê Karîn Brunzell ve hat ziyaretkirin.   Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha nobetê li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 113’emîn de didome. Şenyaşar a dowîza “113 roj in deriyê Wezareta Dadê girtî ye. Edalet li hundir li ber mirinê ye” vekir, ji aliyê Sekretera Têkiliyên Navneteweyî ya ST Fackorbundent a mezintirîn sendîkaya karkeran a Swêdê Karîn Brunzell, nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PARTÎ) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ve hate ziyaretkirin.    ÇALAKIYA ÇAKIR DI ROJA 34’EMÎN DE YE   Li aliyê din jî  çalakiya Sevînç Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin û ji Emîne Şenyaşarê bi bandor bû jî di roja 34’emîn de berdewam kir.