Girtiyê krîza dil derbas kirî ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin 2024-05-26 14:17:13   ÊLIH - Girtî Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîriyê tê ragirtin û krîza dil derbas kiribû, ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin.    Girtiyê bi navê Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê tê ragirtin, krîza dil derbas kiribû û rakiribûn Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê. Çam, li nexweşxaneyê anjiyo bû û hat zanîn ku ji beşa çavdêriya awarte hatiye derxistin. Hat diyarkirin ku tedawiya Çam a li nexweşxaneyê didome.    Malbata Çam ji bo hevdîtinê serlêdan kir lê bi hinceta “divê em destûrê bigirin” destûr nehat dayîn. Hat zanîn ku malbat ji bo hevdîtinê sibe serî li dozgeriyê bide.