Ji bo Yildirim ê hatibû qetilkirin li Amedê şîn hate danîn 2024-05-26 11:43:19 AMED - Ji bo Mehmet Yildirim ê li gundê Nenyasê yê Liceyê ji hêla leşkeran ve hatibû qetilkirin, li Amedê şîn hate danîn.  Leşkerên dewleta tirk ên di 24’ê gulanê de li Liceyê derketin operasyonê, li gundê Nenyasê welatiyê bi navê Mehmet Yildirim ê 45 salî ku bavê 4 zarokan e, qetil kirin. Cenazeyê Yildirim şevê din ji Saziya Tipa Edlî (ATK) hate wergirtin û li gundê Nenyasê piştî wecîbeyên olî bi girseyî hate definkirin.    Malbata Yildirim li Mizgefa Odabaşi Bal a li Taxa Bagcilar a navçeya Rezanê şîn danî. Şîn dê 3 rojan bidome.