Ji Meteorolojiyê hişyariya ji bo barînên zêde 2024-05-26 11:35:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo hinek herêman hişyariya barîna barana zêde kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da zanîn ku gelemperî welêt dê biewr be û li hinek cihan pir biewr be. Midûriyetê ragihand ku dê li bakur û rojhilatên herêmên Ege, Behra Spî, Anatoliyaya Navîn û Behra Reş barîneke zêde bibare.    Tê payîn ku li herêmên Egeya Navîn Herêma Golan, herêmên navîn ên Rojhilatê Behra Reş, bajarên bakurê Kurdistanê Çewlig, Mûş û Bedlîsê û bajarê Konyayê baraneke zêde bibare.