Dewleta tirk bi obûsan êrişî Minbicê kir 2024-05-26 08:27:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi topên obûsan êrişî Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.  Êrişên dewleta tirk ên ji şevê dein ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin didomin. Dewleta tirk a ku duh bi obûs û çekên giran Minbic hedef digirt, êrişên xwe di tevahiya şevê de jî domand.    Li gorî daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê; dewleta tirk gundên Toxar û El Dadad ên li bakurê rojhilatê Minbicê bi çekên giran û topên obûsê hedef girtiye.