Rojnameger Dîcle: Herêma Kurdistanê di bin metirsiya parçebûnê de ye 2024-05-25 09:06:30 AMED - Rojnameger Amed Dîcle der barê hilbijartinên Herêma Federal a Kurdistanê de axivî û diyar kir ku ji ber polîtîkayên PDK’ê Herêma Kurdistanê di bin xeteriya parçebûnê de ye. Hilbijartina Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê di 10’ê hezîranê de dê bihata lidarxistin, li ser serlêdana PDK’ê ya li Dadgeha Federal a Iraqê di 6’ê gulanê de hatibû rawestandin. Dema hilbijartinên nûkirina kursiyên parlamentoyê di cotmeha 2022’an de dihat kirin, nakokiyên di navbera PDK û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de bû sedem ku parlamento salekê dema karê xwe dirêj bike.   Ji ber nakokiyan hikûmeta herêmê 18’ê mijdara 2023’yan weke roja nû diyar kir. Komisyona Hilbijartinan a Iraqê hilbijartinên parlemanî bo 25'ê sibatê paşxist û diyar kir ku hilbijartin pir nêzîkî hilbijartinên encumenên parêzgehan bûne ku biryar bû piştî mehekê li welatên din bên lidarxistin. Dadgeha Bilind a Iraqê biryar da ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê li şûna 111 parlamenteran ji 100 parlamenteran pêk were û hilbijartin jî di bin çavdêriya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê de bê kirin. Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin ku biryar e di 10'ê hezîranê de hilbijartin bên kirin.   'PERE NADIN HERÊMA YNK'Ê   Kûrbûna krîzên ku ji ber polîtîkayên PDK'ê yên li ser Tirkiyeyê tên meşandin, bû sedem ku raya giştî li dijî PDK'ê helwest nîşan bide. PDK ji ber metirsiya têkçûna hilbijartinên pêşwext her tim li pêşiya lidarxistina hilbijartinan dibe asteng. Rojnameger Amed Dîcle der barê taloqkirina hilbijartinan û polîtîkayên PDK'ê yên li herêmê de nirxandinan kir.    Dîcle destnîşan kir ku di navbera PDK û YNK'ê de alozî heye û got ji sala 2022an ve dema yasayî ya parlamentoyê hatiye rawestandin. Dîcle wiha got: “Dema ku PDK li herêma xwe mûçeyên Pêşmerge û karmendên dewletê dide, nahêle ku pere derbasî Herêma YNK'ê bibe. PDK’ê wisa diyar kir ku 300-400 hezar memûrên xeyalî ji bo meaşê xwe bidin pere dane wan. Dema ku Bexda pê hesiya, got ku em ê rasterast mûçeyan bidin. Her çend ev wekî pirsgirêkên teknîkî xuya dikin, ew nîşan didin ku çi diqewime. Dema em li PDK'ê piştî pêvajoya referandûma 2017'an dinêrin, em dikarin bibêjin ku di dîroka xwe ya herî metirsîdar de ye."   'Pêwendiyên PDK'ê bi Tirkiyeyê re'   Dîcle diyar kir ku hilbijartinên Herêma Kurdistana Federal ji ber nerazîbûnên PDK'ê hatin taloqkirin û diyar kir ku têkiliyên PDK'ê yên leşkerî, îstîxbaratî û aborî yên bi Tirkiyeyê re ji sala 2016'an û vir ve gihiştiye asteke ku vegere. Dîcle anî ziman ku PDK’ê di operasyonên qirkirinê de li roleke sereke radibe û wiha got: "Ev rewş di nava kurdan de bû sedema bertekên mazin. Sedemek ku PDK naxwaze hilbijartin bên kirin jî ev e. PDK’ê bi Tirkiyeyê re peymanek 50 salî ya neft û gazê îmze kir. Lê belê ev yek bû sedema krîzê. PDK’ê di navbera salên 2022-2023’an de 5 milyar dolar qezenc kir, milyarek dolar jî bi awayekî zelal xerc kir. Dadgeha Federal a Iraqê bi gotina 'PDK û Tirkiye tevî Iraqê nikarin li hev bikin' ev pêvajo asteng kir û herikîna petrolê rawestand. Dadgeha Bazirganî ya Navneteweyî ya Parîsê jî Tirkiye mehkûm kir."   'HILBIJARTIN HATIN RAWESTANDIN'   Dîcle anî ziman ku eger li ser destê PDK'ê bûya, ew ê bêyî hilbijartinan xanedaniya xwe ya malbatî ava bike û wiha axivî: "Qanûnên federal rê li ber vê yekê digirin. Du îtîrazên PDK’ê li ser paşxistina hilbijartinan hene. Ya yekem kotaya hindikahiyê ya 11 kesan bû ku berê hatibû dayîn. Iraqê jê derxist. Û li aliyê din îdiaya ku wî 400 hezar dengên ducarî dane jî hebû. Desteya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê lijneya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê betal kir. Niha jî Bexdayê biryara organîzekirina proseya hilbijartinan daye. Li vir anketa dengan a dubare hat kirin. Herî dawî hat diyarkirin ku 61 hezar kes dengên xwe dane PDK'ê û ev hejmar bûye 400 hezar. PDK’ê ji bo zelalkirina van her du mijaran têkiliyên dîplomatîk pêk anî. Di hevdîtinên ku li vir hatin kirin de çi tawîz hatin dayîn de tu daxuyanî nehat dayîn. Lê xebatên hilbijartinê ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ve hatin rawestandin. Piştî nîqaşan biryar hat dayîn ku 400 hezar hilbijêr ji nû ve bên lêkolînkirin û kotaya kêmneteweyan a ji 11 kesan hatiye betalkirin bibe 5 kes."   REWŞA XETERNAK    Dîcle da zanîn ku di hilbijartinan de dibe ku PDK naxwaze Rêveberiya Herêmî ya Federal ji YNK'ê re bihêle û wiha domand: "PDK'ê bi polîtîkayên ku di van salên dawî de meşandiye, mîsyona xwe ya siyasî winda kiriye. Di salên dawî de rêveberiya PDK’ê weke kartelekê tevdigere. Ji bo mayîna xwe bi hevkariya Tirkiyeyê hemû destkeftiyên Kurdistanê ji holê radike. Eger PDK di van polîtîkayan de israr bike, dibe ku rêveberiya Herêma Federal parçe bibe. PDK’ê ji bo tevlîbûna hilbijartinên 10’ê Hezîranê serlêdan nekir. Eger di demeke din de hilbijartin were kirin û beşdar nebe, dê li pêşberî Dadgeha Federalî ya Iraqê di rewşeke neqanûnî de be. Li aliyê din jî dixwaze kurd li Tirkiyeyê bê statu bimînin. Ji bo vê bingehê ava bike, Tirkiye ji aliyekî ve dixwaze hin herêman dagir bike, li aliyê din jî dixwaze herêmên mayî bi Bexdayê re bike pirsgirêk. Îro gelek hêz ketine destê Bexdayê. Eger hêzên wê yên mayî ji holê bên rakirin, wê herêma Kurdistana Federal bibe herêmeke bê destûr. Ev rewş pir xeternak e. Ew dikare bibe sedema parçebûna herêmê jî."   'GEL WESTIYAYE'    Dîcle anî ziman ku gel ji vê helwesta PDK'ê bêzar bûye û wiha got: "Gel ji ber zextan nikare mafê xwe yê derketina kolanan û çalakiyan jî bi kar bîne. Em vê yekê ji hesabên medyaya dîjîtal dibînin. Li aliyê din kurd tên Ewropayê. Gelek ji wan di rê de jiyana xwe ji dest didin. Di hilbijartinên parlementoya 2018'an de beşdarbûn ji sedî 30 jî nebû. Em dikarin bibêjin ku gel ji vê rewşê ne razî ye. Lê belê ew nikare alternatîfek peyda bike. Alternatîfên ku derdikevin holê ji nava partiyên heyî tên û ev yek nikare hêviyên gel pêk bîne. Hilbijartinên dawî yên parêzgeha Kerkûkê ya Mûsilê û helwesta YNK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî ev rewş hinekî guhert. Lê li aliyê din asîmîlasyoneke çandî jî heye ku Herêma Federal radestî şîrketên Tirk tê kirin. Siyasetek nû lazim e, nexwe dê destkeftiyên başûrê Kurdistanê gav bi gav ji holê rabin. Niha cihê ku herî zêde Kurdayetî lê di bin xeteriyê de ye, başûrê Kurdistanê ye."