Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan 2024-05-24 09:01:42   RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan destnîşan kir ku 38 meh in tu agahiyê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nagirin û got: "Girava Îmraliyê kirine navenda bêhiqûqîtiyan. Çi dikeve ser milê kê divê bike."    Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin tu agahî nayê girtin. Tecrîda mutleq didome, lê derket holê ku li Rêberê PKK'ê Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê girtî, careke din cezayê qedexekirina hevdîtinê hatiye birîn. Îtiraza li dijî qedexeyan ya Buroya Hiqûqê ya Asrinê hat redkirin.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê û biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Omer Ocalan, bertek nîşanî tecrîda mutleq û astengkirina hevdîtinan da.    Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan   ŞERT Û MERCÊN GIRAN   Ocalan bal kişand ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û got: “Tecrîd bi pêkanînên dijhiqûqî didome. Hem qanûn û hem jî destûra bingehîn ketine rewşeke komîk. Wezîrê Dadê dibêje 'tecrîd nîn e'. Rewşa li wir normal dibînin. 38 meh in tu xeber ji birêz Ocalan û hevalên wî nayê girtin. Em nizanin rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye. Heger li welatekî qanûn tune bin, mafên mirovan bi rihetî tên binpêkirin. Girava Îmraliyê bûye navenda bêhiqûqiyê. Cihê ku ewil li derî hiqûqê hat hiştin Girava Îmraliyê bû. Ji wir jî bêhiqûqî li seranserê welêt belav bû. Qanûn heye, lê nayê bicihanîn. Mafên birêz Ocalan hatine binpêkirin."   DOZA KOBANÊ Û TECRÎD   Ocalan bi bîr xist ku berdana Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê salekê hatiye taloqkirin û got: "Veysî Aktaş, 30 salên xwe temam kir û divê bê berdan. Lê înfaza wî salekê hat taloqkirin. Ev pêkanîneke keyfî ye. Me digot qey li Îmraliyê hiqûqa dijminatiyê tê meşandin, lê ev ya dijminatiyê jî derbas kiriye. Li dijî vê li Ewropa, Bakur û Rojhilatê SÛriyeyê û bi dehan girtîgehan çalakî hene. Ji bo rakirina tecrîdê li her derî hewldan hene. Ji bo encamgirtinekê divê em protestoyan bi awayekî kolektîf bi rê ve bibin."   Ocalan anî ziman ku cezayên li siyasetmedarên di Doza Kobanê de li wan hat birîn jî bi tecrîdê ve girêdayî ye û got: “Dixwazin serkeftina Kobanê li Tirkiyeyê mehkûm bikin. Pêwîst e her kes bertek nîşanî vê yekê bide."   ÇARESERÎ Û OCALAN   Ocalan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çareseriya rasteqîn hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ye. Eger bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk were, dê aştî pêk were û wê her kes jê sûdê wergire. Divê her kes demildest erka xwe pêk bîne. Ger em vê yekê bikin, ew axên ku em lê dijîn û bûne dojeh, wê bibin bihuşta Rojhilata Navîn. Divê dewlet dawî li polîtîkayên şaş bîne û rê li ber malbat û parêzeran veke ku biçin Îmraliyê."   MA / Emrûllah Acar