Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir 2024-05-23 13:16:04   AMED - Parêzer Şerzan Yelboga ku li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, ji dozê beraet kir.    Dozên parêzerên ji ber îdiaya îtîrafkar Umît Akbiyik a “Li ser fermana rêxistinê li dosyaya dinêrin” tên darizandin didome. Yek ji wan parêzeran jî Şerzan Yelboga û Adîle Salman e. Danişîna doza Yelboga li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê û ya Salman jî li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Gelek parêzer tev li danişînê bûn.    Yelboga di danişînê de got ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tê darizandin û daxwaza beraetê kir. Îtîrafkar Akbiyik ê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûyî jî îfadeyên xwe dubare kir.    Bavê miwekî Yelboga ê bi navê Husamettîn Tanrikulu, Mehmet Tanrikulu weke şahid axivî. Tanrikulu, îfadeyên Akbiyik derewand û got ku wan ji Yelboga xwestine ku li dosyayê binêre.    DOZGER CEZA XWEST   Piştî şahidan, dozger axivî û xwest Yelboga bê cezakirin. Parêzerê Yelboga, Mehdî Ozdemîr jî got ku miwekîlê wî ji ber xebatên pîşeyî tê darizandin beraet xwest. Parêzer Riza Polat jî got ku doz li ser derewan hatiye avakirin û hemû îdaiyên îtîrafkar vala hatine derxistin.    Şandeya dadgehê piştî parastinan biryar da û biryara beraetê da.    DANIŞÎNA PARÊZER SALMAN   Parêzer Adîle Salman jî ji ber îfadeyên Akbiyik bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîna ewil a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Gelek parêzer tev li danişînê bûn. Salman, îfadeyên xwe yên di dema lêpirsînê de dubare kir û daxwaza beraetê kir.    Parêzera Salman, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî bal kişand ser biryara 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku ji ber heman sûcdariyê biryara beraetê da. Eren, got ku tu delîlên şênber di îfadeyên şahid de nînin û daxwaza beraet û rakirina tevdîra kontrola edlî kir.    Dozger jî daxwaza tevdîra kontrola edlî kir. Dadgehê jî biryar da ku şertê kontrola edlî bidome û danişîn taloqî 3’yê cotmehê kir.