Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat 2024-05-23 13:05:46 MÊRDÎN - Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê zarokek 16 salî rastî destdirêjiya kes an jî kesên nasnameya wan nehatiye diyarkirin hat.     Li Taxa Kayacan a navçeya Artuklu ya Mêrdînê zarokeke keç a 16 salî ya sûriyeyî rastî destdirêjiyê hat. Welatiyên ku di saetên serê sibehê de zarok di nav xwînê de dîtin, bi hizra ku hatiye derbkirin agahî dan polîsan. Li ser îxbarê polîs û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Zarokê got ku rastî destdirêjiyê hatiye û ji bo tedawiyê bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.    Piştî ragihandina bûyera destdirêjiyê, Serdozgeriya Komarê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de zarok birin Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎME). Malbata zarokê jî ji bo îfadeyê birin emniyetê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.