Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin 2024-05-23 12:38:08 STENBOL - Cengîz Akdogan ku birayê wî girtiyê nexweş Ergun Akdogan jiyana xwe ji dest da da zanîn ku destûr nehatiye dayîn ew birayê xwe bibînin û wiha got: “Banga min ew e ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.”  Ergun Akdogan ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê dihat ragirtin û girtiyê 27 salan bû, di 13’ê gulanê de xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Bajar Tekîrdagê. Piştre jî sewqî Nexweşxaneya Bajar a Çam Şukura ya Başakşehîrê ya stenbolê hate kirin. Akdogan ku mejiyê wî mir, piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da.    Akdogan, bi hinceta çalakiyên piştî Komkujiya Gaziyê ya 12’ê Adara 1995’an dest pê kirin û zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn hatibû binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê biribû. Di vê pêvajoyê de li gelek girtîgehan hate ragirtin û herî dawî jî şandin Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê. Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Akdogan ê 27 salan girtî 3 sal mabûn ku tehliyeya wî ji bo 6 mehan hate taloqkirin.    ORGANÊN WÎ HATIN BEXŞKIRIN   Nexweşiyên rûçik ên Akdogan hebûn û beriya aloz bibe ji hevalên xwe re wesiyet kiribû ku organên wî bên bexşkirin. Organên Akdogan ê mejiyê wî mirî, piştî rizaya malbata wî hatin bexşkirin.    Kekê Akdogan, Cengîz Akdogan têkildarî mirina birayê xwe de axivî. Akdogan, da zanîn ku destûr nehatiye dayîn li nexweşxaneyê birayê xwe bibînin. Akdogan, diyar kir ku birayê wî di sala 2017’an de bi nexweşiyeke rûçik ketiye û wiha got: “Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn. Rêveberiya girtîgehê di 13’ê gulanê de li xwişka min geriyan û gotin; ‘Kekê we ketiye, rakirin nexweşaneyê.’ Li ser vê agahiyê li nexweşxaneyê geriyam lê agahî nedan. Piştre hatim Tekîrdagê û gotin ku sewqî Girtîgeha Bajar a Çam Sakura ya Başakşehîrê hatiye kirin. Dema hatim Stenbolê jî gotin ku girtin emeliyatê. Me xwest wî carekî bibînin lê destûr nedan. Piştre bijîşk got ku mejiyê wî miriye. Nehiştin em hev bibînin û ji bo vê her cure zehmetî derxistin. Ji kesekê mejiyê wî mirî tirsiyan.”   ‘JI BER GREVA BIRÇÎBÛNÊ TEHLIYEYA WÎ TALOQ KIRIN’   Bi domdarî Akdogan anî ziman ku birayê wî ji hevalê xwe yê qawîşê re gotiye; “Heke ez nexweş bibim organên min bexş bikin.” Akdogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birayê min organên xwe bexş kirin. Jixwe me jî ev dixwest. Ji bo birayê min nebû hêvî qet nebe bila ji kesên din re bibin hêvî. Lê tevî her niyetekî me ya baş jî tehliyeya birayê min û hevalê wî taloq dikin. Sedema vê jî grevên birçîbûnê ne. Ji ber ku girtî mafê xwe yê protestoyê bi kar tînin, tehliyeyên wan taloq dikin.”    ‘LI DIJÎ GIRTIYÊN SIYASÎ COTSTANDARTÎ HEYE’   Akdogan, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdar li dijî girtiyên siyasî cotstandartiyê dike. Em dixwazin darazeke bêalî û serbixwe hebe. Em naxwazin tiştên me jiyayîn tu kes bijîn. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Ev daxwaza me ya sereke ye. Birayê min yek ji girtiyên nexweş bû. Heke bihata berdan belkî niha sax bûya. Tiştekî wiha bi serê me hat qet nebe bila bi serê tu malbatên din neyê. Lewma divê tavilê girtiyên nexweş bên berdan.”    MA / Ferhat Sezgîn